Zarokên Kobanê berxwedanê xêz dikin

Zarokên Kobanê berxwedanê xêz dikin

Zarokên Kobanê yên mexdûrên şer, resmên berxwedana Kobanê xêz dikin. Xewlê Husyn a 11 salî û Mihemed Mihemed ê 13 salî diyar kirin ku heta roja vegerin Kobanê wê resman çêbikin.

Zarokên Kobanê, berxwedana Kobanê li ser tabloyan xêz dikin. Xewlê Husyn a 11 salî û Mihemed Mihemed ê 13 salî yên berî niha bi mehekê bi malbatên xwe re ji Kobanê koçî Pirsûsê kirin, li konê têde dimînin wextê xwe bi xêzkirina resman derbas dikin.

BERXWEDANA LI KOBANÊ XÊZ DIKE

Mihemed Mihemed diyar kir ku pir ji çêkirina resman hez dike û got, “Eger ez ji Kobanê dûr bûma, min ê hesreta xwe ya ji bo Kobanê xêz kiriba, lê niha çete Kobanê xera dikin. Min xwest ez resmê ku tankên çeteyên DAIŞ ,bê çawa xaniyan hildiweşînin û û seriyan jêdikin xêz bikim. Paşê min çepergirtina şervanên YPG/YPJ’ê yên li herêma Kaniya Kurdan û di nav şinkahiyê de xêz kir. Li aliyê din min xwest ez bombardûmana hêzên koalîsyonê jî xêz bikim.”

'HETA EM VEGERIN EZ Ê XÊZ BIKIM’

Xewlê Husyn jî diyar kir ku keskesora li ser Kobanê derketiye, kolan û şervanên YPG’ê  xêz kiriye û got, “Min pir bêriya Kobanê kiriye. Lewma ez bi erdnîgariya wê ya rengareng û keskesora wê re xêz dikim. Heta em vegerin Kobanê ez ê xêz bikim.”