Zarokê mayîn di destê wî de teqiya: Min bêriya Kobanê kir

Zarokê mayîn di destê wî de teqiya: Min bêriya Kobanê kir

Zarokê bi navê Şiyar Ehmed ê 12 salî ku mayîna li sînor wek pêlîstok dît û pê lîst di destê wî de teqiya û got: “Mayîna leşkeran destê min jê kir. Min gelek bêriya Kobanê kiriye.

Şiyar Ehmet ê 12 salî ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û hatin Pirsûsê didema derbasbûnê de mayînek li erdê dît û girt destê xwe. Mayîn destê Ehmed de teqiya û destê wî yê çepê hat jêkirin. Bavê wî Ehmet Mihemed wî dibe Nexweşxaneya Pirsûsê û ji wir jî dibe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê.

Şiyar ev 50 roj e tê dermankirin û li konbajar dijî. Şiyar ku destê wî yê çepê hat jêkirin axivî û got ku leşkerên Tirk bûne sema milê wî û got wî gelek beriya Kobanê kiriye.