Zarokê ku çeteyên El Nûsra ew kuştin, hat veşartin
Zarokê ku çeteyên El Nûsra ew kuştin, hat veşartin
Zarokê ku çeteyên El Nûsra ew kuştin, hat veşartin
Li navçeya Serêkaniya Rihayê zarokê bi navê Mahsun Ertugrul ku duh ji aliyê çeteya Eniya El-Nusrayê ve hatibû kuştin, îro bi merasîmekê hat veşartin.
Ji duh ve di navbera şervanên Yekineyên Parastina Gel (YPG) û endamên çeteyê yên Eniya El-Nusrayê ve şer diqewmie û di encama gulebarana çeteya El-Nusrayê zarokê bi navê Mahsun Ertugrul hat kuştin.
Cenazeyê Mahsun Ertugrul li goristana navçeya Serêkaniyê bi merasîmekê hat veşartin. Ji ber tevlibûna qaymeqam merasîma cenaze nîv saetî dereng destpê kir û gel li hember vê yekê nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Her wiha goristan ji aliyê leşker û polîsan ve hat dorpêçkirin.
Di dema merasîma cenaze de, li ser sînor şerê di navbera YPG'ê çeteya El Nusrayê berdewam dikir. Teqîna guleya hewanê ya di vê demê de, bû sedema tirsê.
Her wiha şervanên YPG'ê ber bi Til Xelefê ve dimeşin û bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo' tên berzkirin.