Zarokê Kobanî bi bombeya gazê birîndar bû

Zarokê Kobanî bi bombeya gazê birîndar bû

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê çalakiyên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li kolanan belav bûn. Polîsan bi dijwarî êrîşê çalakiyan kirin. Di encama êrîşan de zarokên Kobanê jî bûn hedefa bombeyên gazê. Zarokê bi navê Ahmet Mustafa yê 12 salî dema ji bo nan bikire ji malê derket bi bombeya gazê ya li serê wî ket birîndar bû.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê her diçe berxwedan mezin dibe û çalakî li kolanan berfireh bûn. Li gelek nokteyên navçeyê çalakî berdewam dikin û çalakî rastî êrîşa polîsan a tund hatin. Di êrîşê de gelek bombeyên gazê hatin bikaranîn. Di dema êrîşa polîsan de gelek bombeyên gazê avêtrin avahiya şaredariyê ya welatiyên Kobanê li dimînin.

Polîsên bi bombeyên gazê êrîş li navenda navçeyê kirin dîsa zarok hedef girtin. Poîlsan vê carê zarokeke Kobanê birîndar kir. Zarokê bi navê Ahmed Mustafa yê 12 salî dema ji bo nan bikire ji malê derket rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê hat û ji serê xwe birîndar bû. Mustafa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derket.