Zarokê duh hate dersînorkirin li Kobanê bi giranî birîndar bû

Zarokê duh hate dersînorkirin li Kobanê bi giranî birîndar bû

Zarokê Kurd ê 16 salî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatibû Bakurê Kurdistanê û 10 roj bûn ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatibû girtin, duh şandin Kobanê kirin, bi giranî birîndar bû. Hate ragihandin ku di encama bombebarana DAIŞ’ê de birîndar bûye.

Her çendî serokkomar, serokwezîr û rayedarên din ên hikûmeta Tirk her carê dibêjin “Em xwedî li Kobaniyan derdikevin, hembêza xwe li wan vedikin”, duh 64 Kurdên ji Kobanê derbasî Pirsûsê bibûn û 10 roj bûn dîl hatibûn girtin, şandin Kobanê kirin.

Di nava 64 kesan de zarokê bi navê Xelîl Mistefa jî hebû. Mistefa di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên bi topan de bi giranî birîndar bû. Mistefayê birîndar, ku di deriyê sînor re anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, ji wir jî veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê.

Hate diyarkirin ku Mistefa ji her du lingên xwe birîndar bûye û jiyana wî di metirsiyê de ye.