Zaroka di êrîşa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Zaroka di êrîşa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Zaroka bi nave Dîlber Mehemed Îbrahîm ku duh di encama topbarana çeteyan e birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest da.

Dîlber Mehemed Îbrahîm duh li gundê Til Şeîr ê li rojavayê Kobanê û li ser sînorê Bakur e, di encama topbarana çeteyên DAIŞ’ê de bi giranî birîndar bibû. 

Dîlber piştî mudaxeleya destpêkê tevî 3 welatiyên din ku di heman êrîşê de birîndar bibûn, ji bo dermankirinê biribûn navçeya Pirsûs a Rihayê.. Lê tevî hemû hewldanan jî duh jiyana xwe ji dest da.