Zaroka di êrîşa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Zaroka di êrîşa çeteyan de birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên ku duh di êrîşa bi hewanan a çeteyan de jiyana xwe ji dest dan gihişt 3’yan. Di êrîşê de piştî ku Egîd Nebo û Nebo Elî jiyana xwe ji dest dan zaroka bi navê Dîlay Îbrahîm jî li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îbrahîm birin Saziya Tiba Edlî ya Riha.

Di êrîşa çeteyên DAIŞ a li hember gundê Tilşeîr ê li rojavayê Kobanê de, zaroka bi navê Dîlay Îbrahîm (7) a birîndar bibû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îbrahîm ji Nexweşxaneya Urfa Ozel Şanmed hat wergirtin û ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Riha.

Hat ragihandin ku wê piştî otopsiyê cenazeyê Îbrahîm li Pirsûsê bê defnkirin.

Di êrîşa ku Dîlay Îbrahîm jiyana xwe ji dest da, Egîd Nebo yê bavê zarokekî û Nebo Elî yê bavê 4 zarokan jî jiyana xwe ji dest dabûn. Îbrahîm Îbrahîm, Agirî Îbrahîm û Mahmud Ebas jî birîndar bibûn. Agirî Îbrahîm û Mahmud Esad duh ji nexweşxaneya ku dihatin dermankirin tabûrcî bûn. Îbrahîm Îbrahîm jî hê li Nwexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tê dermankirin.