Zarok û extiyarên Kobanê: Em ê xaka xwe neterikînin

Zarok û extiyarên Kobanê: Em ê xaka xwe neterikînin

Bi hezaran sivîlên naxwazin Kobanê biterikînin, di nava şert û mercên zehmet û xerab de jiyana xwe didomînin. Her çend çapemenî û rayedarên dewleta Tirk bêjin, "Li Kobanê sivîl nemane" jî hebûna bi hezaran jin, zarok û extiyarên li Kobanê nîşan dide ku ev îdîaya wan ne rast e.

Piştî êrîşên çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ên li hemberî Kobanê, bi deh hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Tirkiyeyê jî, bi destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re ji bo Kobanê vala bibe deriyên xwe yên sînor heta dawiyê vekir. Lê belê piştî ku Tirkiyeyê dît ciwanên malbatên xwe derbasî aliyê din ê sînor kirin û li Kobanê vegeriyan, ev polîtîkaya xwe guherand. Êdî destûr neda ku kes derbasî Kobanê bibe. Tevî vê jî, bi hezaran ciwanên ji Kobanê û mirovên ji xwe bawer ên dikarin çekê hilgirin, gelek caran têl rakirin û derbasî Kobanê bûn.

Li gel ciwanên sînor derbas kirin malbatên ku nexwestin zarokên xwe û Kobanê biterikînin, hînê li Kobanê berxwedana xwe dewam dikin. Bi hezaran jin, mêr, zarok û extiyar; xaka Kobanê ji bo xwe û pêşeroja gelê Kurd "xakên pîroz" dibînin û dibêjin, "Em ê ji nêza û tîna bimirin, lê em ê dest ji rûmeta xwe û Kobanê bernedin."

'EM Ê KOBANÊ NETERIKÎNIN'

Bi hezaran jin û zarokên di şert û mercên zehmet û xerab de dijîn, tevî ku sînorê Tirkiyeyê bi 100 gavî dûrî wan jî, bi gotina wan 'tenezûl nakin û naçin'. Jinên ku li ser sînor tî û birçî man û piştî bi rojan bi ardê ku YPG'ê firsend dît û da wan nanê sêlê çê kirin, dibêjin "Li cihê berxwedana YPG/YPJ lê heye rûmet û heysiyet lê heye. Em ê jî dest ji rûmet û heysiyeta xwe bernedin. Em ê Kobanê neterikînin."

Tevî jinên nan lê dixe, hin jin jî zarokên xwe yên bi rojane nekarîne bişon, li pişt kamyoneteke ku veguherandiye banyoyê, dişon. Jinên nerazîbûnê nîşanî polîtîkayên Tirkiyeyê didin, dibêjin spî ketine laşê zarokên wan. Ferîde Tirko ya ku bagaja kamyonetê weke banyo bikar tîne û serê zarokên xwe dijî, berî du salan ji Taxa Hederiyê ya Helebê koç kiriye û hatiye Kobanê. Tirko diyar dike ku ew careke din naxwazin bikevin ser rêya Koçberiyê û dibêje, "Lê belê em ê xaka xwe neterikînin. Tevî hemû zehmetiyan jî, mîna ku hûn jî dibînin em xaka xwe naterikînin. Binêrin spî ketiye laşê zarokên me. Ne konekî me heye, ne derman, ne kinc, ne jî doşekek em li ser rakevin. Li derdora me gelek heywan hene, em û heywan li heman cihî dijîn."

'ŞEHÎDÊN ME, RÛMETA ME HENE, EM Ê NETERIKÎNIN'

Ferîde Tirko da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê serê zarokan jê dikin, hemû cîhan li pêşberî vê bêdeng e û nerazîbûn nîşanî rayedarên dewleta Tirk da. Ferîde Tirko got, "Tu ji xwe re dibêje Misilman û radibe dibêjî 'Li Kobanê sivîl nemane'. Ka Misilmantiya we? Ev zarok çi ne? Şehîdên me hene, rûmeta me hene. Em ê wan neterikînin."

Dema Ferîde Tirko axaftina xwe dewam dike, welatiyek ji Kobanê dikeve navberê û dibêje, "Li Ewropayê kesek ji ber ku gule berdaye roviyekî hatiye girtin û cezakirin. Lê belê li vir çeteyên DAIŞ'ê serê zarokan jê dike, lê edaleta cîhanê bêdeng e. Bila her kes bizanibe; Kurd bi kuştinê naqede."

Ehmed Henîfî dibêje ew ji gundê Gabelek ê li rojavayê Kobanê ye û got, "Em ê xaka xwe neterikînin. Hebûn û tinebûna me jî wê li ser vê xakê be."

'EZ DIXWAZIM BIÇIM CEM BAVÊ XWE'

Jina extiyar Alê Şêxo dibêje, navê bebekê 3 mehî yê di hembêza wê de Rustem Cûdî ye û pirsa "Xwişkek 5 salî ya vî bebekî heye. Navê wê Şemsê ye. Bavê van niha li Kobanê di çeperên berxwedanê de ye. Em ê vê xakê çawa biterikînin?" dipirse. Zaroka bi navê Şemxê jî dema dibihîze navê wê tê bilêvkirin tê û dibêje, "Ez jî dixwazim biçim cem bavê xwe."

'DIVÊ KORÎDORA ALÎKARIYÊ BÊ VEKIRIN'

Mistefa Îsmaîl ê ji Kobanê bang li hêzên navneteweyî dike ku alîkariyê bidin Kobanê û destnîşan dike ku divê ji bo Kobanê korîdoreke alîkariyê bê vekirin. Îsmaîl dibêje, "Em îro bi êrîşên vê çeteya hov re rû bi rû ne. Em vê çeteyê weke gefek li dijî tevahiya mirovahiyê dibînin. Divê hêzên navneteweyî jî têkoşîna me ya li hemberî van çeteyan bibîne. Gelê me li vir perîşan e. Pêwîste êdî korîdoreke alîkariyê bê vekirin. Ev korîdor ne tenê ji bo desteka jiyanî ya madî, divê ji bo alîkariya çekan jî be. Em naxwazin bibin penaber. Em dixwazin li ser xaka xwe di bin parastina cewherî ya YPG/YPJ'ê de bijîn. Em ê bi ku ve biçin? Li aliyekî me DAIŞ, li aliyê din jî dewleta Tirk a dijminê gelê Kurd heye."

'RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ LI KU YE?'

Salih Osman jî da xuyakirin ku şert û mercên jiyanê zehmet in û got, "Dor li me hatiye girtin. Duh jineke ducanî di hundirê wesayîtekê de zaroka xwe anî dunyayê. Nan tine, av tine, alavên paqijiyê tine, derman tine... Em dixwazin ji me re çareyek bê dîtin. Em naxwazin xaka xwe biterikînin. Ka li ku ye raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û demokrasî li ku ye?"

Wahîde Hemed, Asiya Ebas û naîle Elî jî diyar kirin ku ew di bin zilmeke mezin de ne û naxwazin xaka xwe biterikînin. Semîra Mûalîm jî da xuyakirin ku çete saet di 10:00 de ketine nava gundê wan û got, "Me tenê karîbû ev kincên li me, bi xwe re bînin. Me her tiştên xwe li dû xwe hiştin. Lê em ê xaka xwe li dû xwe nehêlin."