Yuce li ser gora xwe hat bîranîn

Yuce li ser gora xwe hat bîranîn

Şoreşgera PKK'ê Sema Yuce ya li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, li navçeya Agirî Dutaxê li ser gora xwe hat bîranîn.

Yuce, ku di sala 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da li gundê Qerqelik ê lê ji dayik bûye, hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Dutaxê Ayhan Demîrel, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê Baran Ozturk, rêveberên BDP'ê yên bajarên derdorê û navçeyan û gelek welatî amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre girseya gel bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bê Serok Jiyan Nabe" bi wêneyên Sema Yuce û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi goristanê ve dest bi meşê kir.

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Agiriyê Xelef Keklîk li goristanê axivî û di kesayetiya Yuce de hemû têkoşerên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî. Keklîk da xuyakirin ku Yuce ji bo jiyaneke bi rûmet bedena xwe daye ber agir û got, "Emê mîrateya wan her dewam bikin. Bila hemû dayikên Kurdistanê bizanibin, ku rondikên wan barandine, wê rêya me ronî bikin. Emê ji rêya wan di carî veneqin."

Dûre dayika Yuce Zennûre Yuce axivî û ji hemû beşdaran re spas kir û diyar kir, ku ewê êşa keça xwe ti carî ji bîr neke, lê bi keça xwe serbilind e.

Piştî axaftinan, girseya gel bi dirûşman çû mala malbata Yuce û jê re sersaxî xwest.