YPG/YPJ li Kobanê bi pêş ve diçin
YPG/YPJ li Kobanê bi pêş ve diçin
YPG/YPJ li Kobanê bi pêş ve diçin
Ji şevê din û vir ve şervanên YPG/YPJ gelek derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan û li bajarê bi pêş ev diçin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê Îlonê de li dijî herêma Kobanê destpê kirin hînê jî di asteke dijwar de didomin.
Li gorî agahiyên ji herêma Kobanê hatin girtin, şevê din li taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajarê Kobanê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî şervanên YPG'ê kirin û rastî bersiveke tund hatin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin, cenazeyên 2 çeteyan, 2 çekên BKC, 2 çekên RBG û 15 roketên wê, 15 cercûr û gelek guleyên BKC ketin destê şervanên YPG'ê.
Şevê din li xeta şaredariyê ya li rojhilatê Kobanê hêzên YPG'ê çalakiyek lidar xistin û di encamê de çete ji xeta şaredariyê hatin derxistin û 15 çete hatin kuştin.
Li eniya başûr jî şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin û tê de 7 cenazeyên çeteyan, 2 roketên RBG û 2 bombeyên destan ketin destê YPG'ê.