YPG/YPJ'ê li Kobanê bi pêş ve diçin

YPG/YPJ'ê li Kobanê bi pêş ve diçin

Şervanên YPG/YPJ 'ên ji duh bi şev û vir ve derbên giran li çeteyan didin, li bajêr bi pêş ve diçin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê Îlonê de li dijî herêma Kobanê destpê kirin, di asteke dijwar de hînê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji nûçegîhana ANHA ya herêma Kobanê hatine girtin, şevê din li Taxa Kaniya Kurdan a li rojhilatê bajarê Kobanê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî şervanên YPG'ê kirin û rastî bersiveke tund hatin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin û hejmarek çek û cebilxaneyên çeteyan hatin desteserkirin.

Şevê din li xeta şaredariyê ya li rojhilatê Kobanê hêzên YPG'ê çalakiyek lidar xistin û di encamê de çete ji xeta şaredariyê hatin derxistin û gelek çete hatin kuştin.

Li eniya başûr jî, pevçûnên dijwar diqewimin. Duh bi şev, hêzên YPG'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiya ku pevçûnên dijwar qewimîn de, gelek çete hatin kuştin, 7 cenazeyên çeteyan bi çek û cebilxaneyên wan ketin destê hêzêN YPG'ê.

Nûçegihanên ANHA yên li herêmê dan xuyairni ku pevçûn bi dijwarî dewam dikin.

Berdevkiya Çapemeniyê ya YPG'ê dabû xuyakirin ku di çalakiyên hêzên YPG'ê de çeteyên DAIŞ'ê ji deh nuqteyên li bajêr hatine derxistin.