'YPG wê bi ser bikeve, em ê jî vegerin'

'YPG wê bi ser bikeve, em ê jî vegerin'

Edûlê Hesen a piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê neçar ma koçî gundê Kolik ê Pirsûsê bike, bi 10 zarokên xwe re li mala serxweşiyê ya mizgefta gund dimîne. Yekane daxwaza Hesen û zarokên wê azadbûna Kobanê û vegera li xaka xwe ye. Keça Hesen Zozan Hesen got, "YPG wê bi ser bikeve, em ê jî vegerin. Em vegerin Kobanê ew besî me ye. Em birçî bimînin jî qayil in ku axê bixwin."

Gelek ji Kobaniyên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê, li wargehên ji konan ên li navenda bajêr dimînin. Hinek ji wan jî li gundên li ser sînor bicih bûn. Kobaniyên ku bûn mêvanê gundiyên li ser sînor, hin jê li malên vala hin jî li malên serxweşiyê yên gundan hatin bicihkirin. Bala Kobaniyên li gundên li ser sînor, li agahiyên serketina YPG/YPJ'ê ne û li benda vegera li xaka xwe ne. Edûlê Hesen a dayika 10 zarokan ku zaroka wê ya herî mezin 18 salî ye, piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma bi zarokên xwe re derbasî gundê Kolik ê Pirsûsê bibe û li mala serxweşiyê ya li hewşa mizgeftê bicih bû.

'EM BI ZAROKÊN XWE YÊN ŞER DIKIN PIŞTRAST IN'

Edûlê Hesen ku birazeke wê di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li nav erfên YPJ'ê jiyana xwe ji dest da û anî ziman ku dema ew ji merasîma cenazeyê biraza xwe ya YPJ'yî vegeriyan gund, dîtin ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirine û kes li gundê wan nemaye. Hesen diyar kir ku dema dîtiye gundê wan hatiye talankirin, li pêş mala xwe bi saetan giriya ye. Hesen da xuyakirin ku bêyî anîna heywanên xwe ew ençar mane gund biterikînin û destnîşan kir ku baweriya wan a bi şervanên YPG û YPJ'ê bê dawî ye. Hesen got, "Em bi zarokên xwe yên li wir şer dikin, heta dawiyê piştrast in. Heta dilopek xwîn di canê wan de bimîne ew ê şer bikin. Ew dest ji Kobanê bernadin. Kengî wan rizgar kirin em ê li wir vegerin."

'DAXWAZA YEKANE VEGER E'

Keça 18 salî ya Edûlê Hesen Zozan Hesen jî dema behsa Kobanê dike rondik ji çavên wê dibare. Hesen diyar kir ku Kobanê wê ji sedî sed azsad bibe û serketin wê bibe ya YPG û YPJ'ê. Hesen anî ziman ku her çend gundê wan veguherîbe xirbe jî ew dixwaze bi xwişk û birayên xwe re li gundê xwe vegerin û got, "Wê bi ser bikevin û em ê jî vegerin." Hesen ragihand ku ji bilî vegera li gundê xwe ti daxwazên wan nîne û got, "Eger em vegerin, em birçî bimînin jî em qayilin ku axê bixwin. Bi tenê em li xaka xwe vegerin. Ji bilî vegerê em tiştekî din naxwazin."