YPG: Li Qamişloyê 6 leşker mirin, 11 hatin girtin

YPG: Li Qamişloyê 6 leşker mirin, 11 hatin girtin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên bersivdayînê ku 4’ê nîsanê li Qamişloyê piştî êrîşa hêzên rejîmê ya li dijî yekîneya wan, hatin lidarxistin de 6 leşker hatine kuştin, 2 birîndar bûne û 11 jî dîl hatine girtin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê ya ku li Qamişloyê li hemberî yekîneya YPG’ê pêk hat û 3 şervanan jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nû weşand. Di daxuyaniyê de êrîşa duh êvarê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku dema 3 Endamên Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Qamişlo û şervanekî YPG’ê ji karê xwe yê asayî vedigeriyan cihê xwe li Taxa Kornîş rastî êrîşî hêzên dewletê hatine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama vê êrîşa xayînane de 3 endamên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane û yek jî bi giranî birîndar bûye.

ÇALAKIYÊN BERSIVDAYÎNÊ

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî êrîşê hêzên YPG’ê çalakiyên bersivdayînê lidar xistine û ev agahî hatin dayîn: “Piştî vê êrîşa bêbextî ku 3 hevalên me şehîd ketin, hêzên me çalakiyên bersivdayînê li dar xistin. Di vê çarçoveyê de li Çerxerêya Zeytuniyê û noqteya kontrolê ya Neemetiyê çalakî hatin lidarxistin. Di encama çalakiyan de bi giştî 6 leşker hatin kuştin, 2 birîndar bûn û 11 jî dîl hatin girtin .Her wiha noqteya leşkerî jî ket destê YPG’ê.