YPG: Li Kobanê 89 çete hatin kuştin

YPG: Li Kobanê 89 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku li Kobanê di şerê sîng bi sîng, mal bi mal û bi bombeyên destan de duh bi şev 89 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û li her sê eniyan pêşî li çeteyan hatiye girtin. Di vî şerî de 4 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Paratina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şerê duh bi şev ê li derdora Kobanê ragihand.

Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja 23. de, bi çekên ji hêzên Sûrî û Iraqê wergirtine û bi alîkariya çek û cebilxaneyan dewam dike. Hat destnîşankirin ku li hemberî van êrîşan hêzên YPG/YPJ'ê bi vîneke mezin, berxwedanek dîrokî didin meşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji duh bi şev heta ber destê sibê, li eniyên başûr û rojhilat şerê dijwar sîng bi sîng dewam, mal bi mal û li hin deveran jî bi bombeyên destan dewam kiriye û pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Hat diyarkirin ku çete bi tankên ku li derdora bajêr bi cihkirin û çekên giran navenda bajêr, deverên ku sivîl lê hene topbaran kirin. 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku li taxên Botan, Megtel û Kaniya Kurdan, her wiha li herêma Miştenûr şer dewam kir û li van herêman hêzên YPG/YPJ'ê çalakî pêk anîn.

LI ENIYA ROJHILAT 21 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li gorî daxuyaniyê encama şerê duh bi vî rengî ye:

"Li 3 deverên eniya rojhilat 19, di çalakiyek li vê derê de jî 2 çete hatine kuştin. Hêzên me li vê eniyê wesayitek leşkerî ya çeteyan rûxandin.

LI BAŞÛRRJAVA 15 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûrrojava, li herêma Miştenûr jî şevê din li 2 deveran şer dewam kir. Li deverekê 8 û li devera din jî 5 çete hatin kuştin. Li heman eniyê şevê din 2 êrîşên çeteyan hatin şikandin û hejmara kuştî û birîndarên wan nehatin zelalkirin. Hêzên me li vê eniyê wesayitek ku cebilxane ji çeteyan re dibir rûxandin û 2 çete hatin kuştin.

LI ENIYA BAŞÛR 29 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr jî şerê li nexweşxanê û derdorê dijwar bûye û niha jî dewam dike. Hêzên me li hin malan derbeyên mezin li çeteyan dan. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê eniyê herî kêm 29 çete hatine kuştin.

LI ENIYA ROJAVA 24 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya Rojava jî hêzên me komek li dijî komek çeteyan ku amadekariyên êrîşan dikirin dorpêçkirin û derbeyên mezin li wan dan. Bi qasî ku hat tespîtkirin li vê derê 24 çete hatin kuştin. Hêzên me li heman eniyê li dijî hin çeperên çeteyan çalakî pêk anîn. Li vê derê çeteyan mewziyên xwe berdan û reviyan. Şervanên me dest danîn ser 2 roket-avêj a B7 û gelek roketên din. Hêzên me li vê eniyê doçkayek 23 jî rûxandin.

DI ŞER DE 4 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di şerê şevê din de, 4 şervanên me bi îrade û biryardariyek mezin pêşengiya berxwedanê kirin û şehîd bûn."