YPG: Kobanê herêma leşkerî nehatiye îlankirin

YPG: Kobanê herêma leşkerî nehatiye îlankirin

Fermandariya Biryargeha Kobanê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir nûçeyên tên gotin ku Kobanê wek herêma leşkerî hatiye îlankirin ne rast in û bi hezaran sivîlên li bajêr ji aliyê YPG’ê ve tên parastin.

Daxuyaniya ji aliyê YPG’ê ve hat weşandin wiha ye:

"Ji çapemenî û raya giştî re!

Di hin sazî û dezgehên çapemenî û ragihandinê de nûçeyên ku tê gotin Kobanê herêma leşkerî hatiye îlankirin û sivîlên li bajêr hatine tehliyekirin tên weşandin. Ev nûçe bêbingeh in. Bi rastiyan re tu eleqeya wan nîne. Li navenda Kobanê bi hezaran sivîl dijîn. Ji bo  wek YPG’ê em mirovên xwe biparêzin bi hemû hêza xwe berxwedanê pêş dixin û şer dikin.”