YPG: Hin nuqteyên çeteyan dagir kiribûn paşde hatin girtin
YPG: Hin nuqteyên çeteyan dagir kiribûn paşde hatin girtin
YPG: Hin nuqteyên çeteyan dagir kiribûn paşde hatin girtin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Kobanê darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin û çend nuqteyên ku çeteyan dagir kiribûn paşde hatine girtin. Navendê destnîşan kir ku hêzên YPG’ê qedemeyekê pêşde çûne û gelek cebilxane hatiye desteserkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên li Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên YPG’ê li dijî çeteyan pêş dikevin ev agahî hatin dayîn:,
“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 35’emîn de jî didomin. Hêzên me li dijî êrîşên çeteyan berxwedaneke xurt nîşan dan û êrîş şikandine. Her wiha bi çalakiyên xwe hin nuqteyên ku çeteyan dagir kiribûn standine û li nava bajêr pêşde çûne.
Duh tevahiya şevê li herêma Kaniya Kurdan a li Bakur-Rojhilatê bajêr çeteyan êrîş kirine û hêzên me bersiveke tund daye wan. Di encama vê bersivdayînê de êrîş hatine şikandin û bi qasî hatiye tespîtkirin 16 çete hatine kuştin.
Li eniya Rojhilat a bajêr jî li ser rêya Belediyê hêzên me êrîşeke dijber pêk anîne. Di vê êrîşê de rêya Belediyê bi tevahî ji çeteyan hatiye paqijkirin û hêzên me qedemeyekê pêşde çûne. Li gorî tespîta hêzên me 13 çete li vê herêmê hatine kuştin. Dîsa li vê herêmê 2 BKC, 4 B7 roketavêj, kelaşnîkofek, çekek burno û gelek cebilxaneya van çekan hatiye desteserkirin. 2 cenazeyên çeteyan jî di destê hêzên me de ne.
Li eniya Başûr jî hêzên me li dijî çeteyan êrîşek pêk anîne. Piştî vê êrîşê nuqteyeke ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, bi tevahî ji çeteyan hatiye paqijkirin û hêzên me qedemeyekê pêşde çûne. Li vê herêmê jî li gorî tespîta hêzên me, 17 çete hatine kuştin. Hêzên me her wiha gelek cebilxaneya çeteyan jî desteser kirine. 7 cenazeyên çeteyan jî di destê hêzên me de ne.”