YPG: Herî kêm 38 çete hatin kuştin
YPG: Herî kêm 38 çete hatin kuştin
YPG: Herî kêm 38 çete hatin kuştin
Şervanên YPG'ê bi piştgiriya hêzên Artêşa Azad û Pêşmerge li hemberî deverên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, çalakî lidar xistin û hin nuqteyên ketibûn destê çeteyan rizgar kirin. 38 çete hatin kuştin cenazeyên 20'an ji wan di destê hêzên YPG'ê de ne. Operasyona YPG'ê li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê dewam dike.
YPG'ê têkildarî şer û pevçûnan ku daxuyanî da got,
"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku ji bo dagirkirina bajarê Kobanê hatine destpêkirin di roja 54'an de dewam dikin. Hêzên me, pêngavên xwe yên li hemberî deverên nava bajêr û derveyî bajêr, ku ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, dewam dikin. Hêzên Burkan El-Firat ên bi ser Artêşa Azad û hêzên Pêşmerge jî bi çekên giran destek didin hemleyên hêzên me. Hin deverên ku çeteyan dagir kiribûn hatin rizgarkirin. Komên çete li nava bajêr û li ser xeta sînor hin deverên ku sivîl lê hene bi hewanan topbaran dikin.
Li Eniya rojhilat, li Taxa Kaniya Kurda ya bajarê Kobanê hêzên me duh bi roj li hemberî nuqteyên ku çeteyan dagir kirine êrîşek pêk anîn û ev êrîş heta saetên sibehê dewam kirin. Di heman demê de, li Kolana Şaredariyê û li derdora Mizgefta Hecî Reşad jî li nuqteya çeteyan hatine xistin. Hêzên me li vê herêmê, derbên mezin li çeteyan dane. Di encama êrîşê de hin deverên ku çeteyan dagir kiribûn hatin rizgarkirin. Şerê li herêmê sîng bi sîng heta sibehê dewam kir û bi qasî ku hatiye tesbîtkirin herî kêm 29 çete hatine kuştin. Hêzên me, li vê eniyê 2 BKC, 5 keleşnîkov, 2 B7 roket, 35 bombeyên destan, bêtêlek, 10 rext, yek êlekekî êrîşên xwekujî û gelek alavên leşkerî desteser kirine. Her wiha cenazeyên 19 çeteyan di bin kontrola hêzên me de ne.
Li eniya başûr jî duh bi roj û bi şev di navbera hêzên me û komên çete de şerê dijwar dewam kiriye. Li vê eniyê wesayîtek doçka li ser û motorsîkletek çeteyan hatin rûxandin. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê herî kêm 5 çete hatin kuştin. Hêzên me hin çek û cebilxane desteser kirin. Her wiha cenazeyê çeteyekî jî di bin kontrola hêzên me de ye.
Li rojava, hêzên me li derdora gundê Karakoy ê li ser rêya di navbera Kobanê û Cerablûsê de li dijî çeperên çeteyan şevê din û îro sibê du çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 2 motorsîklêt hatin rûxandin û herî kêm 4 çete hatin kuştin.
Di şerê 24 saetên dawî de, 8 hevalên me, ku bi ruhê fedayî û bi çalakiyên xwe tirs û xopan kirin dilê dijmin, bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
Di encama topbarana komên çete de 2 welatiyên sivîl jî şehîd bûn û 4 welatiyên din jî birîndar in.
Operasyona hêzên me ya li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê dewam dike. Hêzên me li herêmê pêşdeçûneke mezin bidest xistine. Li gundê Resîm El-Hecîr û derdorê vê di navbera hêzên me û çeteyan de bi çekên giran şer qewimiye.
Di şerê li van qadan de du hevalên me ku bi rih û tevlîbûna fedayî ji bo serkeftina operasyonê rolek mezin lîstine şehîd ketin."