YPG: Êrîşên dawî parçeyek ji planên dagirkirina Rojava ne

YPG: Êrîşên dawî parçeyek ji planên dagirkirina Rojava ne

Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê destnîşan kir ku komên Îslamî yên radîkal, di çarçoveya planên dagirkeriya Rojavayê Kurdistanê de, hemû hêzên xwe ji bajarên Sûriyê anîne Rojava û hin derdorên Kurd jî alîkariya wan dikin. Meclîsa Leşkerî destnîşan kir ku heta hemû komên êrîşkar ji herêmê werin derxistin, berxwedana wan wê dewam bike.

Meclîsa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê êrîşên komên çekdar ku di 16’ê tîrmehê de li herêma Girkê Legê û Çilaxa destpê kirin û pevçûnên bi van êrîşan re hîn didomin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya planên ku tê armanckirin Rojavayê Kurdistanê bê dagirkirin û herêmên kurdî tevlî nava sînorê dewleta ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya Îraq û Biladî Şamê ya girêdayî Rêxistina El-Qaîda bikin, êrîş hatine destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca dagirkirina herêmên kurdî komên çekdar ên îslamî ku ev demeke xwe di aliyê leşkerî de amade kiribûn,  bi pêşengiya Cebhat El-Nusra di 16’ê Tîrmehê de li Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan û Çelaxa di bin navê ᾿̓şerê azadiya Rimêlan û gundên wê᾿̓ de dest bi êrîşên xwe kirine û di encamê de pevçûnên dijwar derketine û pevçûn hîn didomin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komên çekdar hêzên xwe ji meydanên şer ên li dijî Rêjîma Baas ên wekî Heleb, Îdlib, Reqa, Til Ebyed, Şedadê û Holê kişandine û berê wan dane herêma Dêrkê da ku tevlî êrîşên li dijî gelê kurd bibin.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku li kêleka Cebhet El-Nusra komên çekdar ên bi navê Dewleta Îslamî ya Îraq û Bîlad El-Şam, Lîwa El-Tewhîd, El-Cîhad, Ketîbet El-Qaeqa ku ji Dêra Zorê hatiye, Tabûra Elahûekber, Siqûr Sincar û Tabûra 313 ya ku bi îstixbaratê Tirkiyê ve girêdayî ye di nava êrîşan de cih girtine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên biyanî yên ji Lîbya, Cezayîr, Çeçenîstan jî tevlî êrîşan bûne, li gel van hinek kurdên soran û hin ceteyên herêmî yên kurd ên wekî malbata Berhik a Çilaxa jî agahiyan didin komên çekdar û ji bo van koman li herêmê çavdêriyê dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşa komên çekdar ji 3 aliyan destpê kiriye û ev agahî hatin dayîn: “Aliyê yekem gundê Til Elo, aliyê 2᾿yemîn gundên Yûsifiyê û Cinêdiyê û ya 3᾿yemîn jî gundê Siwêdiyê ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG᾿ê li her 3 aliyan bersiva êrîşan daye û ev tişt hatin gotin: ᾿̓Bersivdayîna hêzên YPG᾿ê komên çekdar ji aliyê Til Elo ve paşve vegerandin. Li aliyê Yûsifiyê û Cinêdiyê gelek çekdar hatin kurştin û gelek çek û zexîre hatin destserkirin. Îro saet di 01.00᾿an de dema ku dixwestin têkevin herêmên kurdan, di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de komên çekdar ji gundê Siwêdiyê hatin derxistin.᾿̓ Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê pêvçûnê de 5 şervanên YPG᾿ê jiyana xwe ji dest dane.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev êrîş di çarçoveya êrîşên plankirî yên li dijî herêmên kurdî yên azad de, ji Efrîn destpê kirine û li Kobanê,  Serêkaniyê û li gundên Til Elo, Siwêdiyê û Cinêdiyê yên herêma Koçerat didomin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev plan di çarçoveya berjewendiyên hêzên derve û herêmî de pêk hatine û tê xwestin ku gelê kurd negihêje azadî û rûmeta xwe.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:᾿̓ Em wek YPG᾿ê ji bo parastina destkevtiyên gelê kurd û hemû pêkhateyên civaka Rojavayê Krudistanê bi îsrar, em ê berxwedana xwe dom bikin. Heta ku em hemû komên çekdar ji herêma Rojavayê Kurdistanê derbixin, dê berxwedana me dom bike.᾿̓

Di daxuyaniya de bang li ciwanên hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê hate kirin ku tevlî refên YPG᾿ê bibin û li dijî êrîşên komên çekdar derkevin û hêviya cangoriyên azadiyê ku ji bo wê jiyana xwe jidest dan pêk bînin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyên Rojavayê Krudistanê jî hate kirin ku xwedî li şervanên YPG᾿ê yên ku jiyana xwe jidest dane derkevin û bi girseyî tevlî merasîman bibin, her wiha li kêleka YPG᾿ê cih bigirin û bi hêza xwe herêm û gundên xwe ji êrîşên hovana biparêzin.