YPG: Êrîşên çeteyan vala hatin derxistin
YPG: Êrîşên çeteyan vala hatin derxistin
YPG: Êrîşên çeteyan vala hatin derxistin
Êrîşên çeteyên DAIŞ ên ji 15’ê Îlonê ve hatibûn destpêkirin ku di roja 29’emîn de ye YPG’ê diyar kir ku pêşdeçûna çeteyan a ji eniyên rojhilat û başûrêrojhilatê rawestandine, li eniya rojava û li navenda bajêr hin nuqte ji destê çeteyan hatine derxistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku pêşdeçûna çeteyan a li eniyên rojava, başûr û rojhilat rawestandine.
YPG’ê di daxuyaniya xwe got, "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê ji 15'ê Îlonê ve di roja 29'emîn de didomin. Pêşdeçûna çeteyan ji aliyê rojhilat, Başûr û rojava hat sekinandin. Hêzên me bi piştgiriya êrîşên hewayî yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, li eniya rojava û bajêr hin nuqte bi dest xistin.
Li eniya rojhilat êrîşên çeteyan duh danê sibê destpê kirin û heta nîvê şevê bê avber dewam kirin. Çeteyên ku nikarîbûn li ber berxwedana hêzên me pêşde biçin di nava rojê de bi wesayîtên bombebarkirî êrîş kirin. Lê tevahiya van wesayîtan bêyî ku ziyanê bigihînin me, ji aliyê hêzên me ve hatin rûxandin. Li vê eniyê di şer de 9 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Hêzên me dest danîn ser 7 çekên keleşnîkof, bombeavêjek û gelek cebilxaneyên van çekan.
Li eniya başûr jî çeteyan bi kamyonek û motorsîkletek bombe barkirî 2 êrîşên cuda cuda pêk anîn. Hêzên me kamyon û motorsîklet di nava çeteyan de teqandin. Di şerê li vê derê rû dan de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Lê hejmara wan nehat tesbîtkirin. Hêzên me li vê derê dest danîn ser 9 çekên keleşnîkof.
Li eniya rojava jî şervanên me li gundê Til Şeîrê li dijî çeteyan operasyonek dan destpêkirin. Di encama operasyonê de gundê Til Şeîr û girê stratejîk ê nêzî gund ji çeteyan hat paqijkirin. Di vê operasyonê de 4 çete hatin kuştin. Hêzên me li vê derê jî dest danîn ser 2 çekên BKC û keleşnîkofekê û 3 cenazeyên çeteyan jî ketin destê hêzên me."