YPG: Em ji bo biratiya gelan têdikoşin
YPG: Em ji bo biratiya gelan têdikoşin
YPG: Em ji bo biratiya gelan têdikoşin
Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Hesekê li ser şerê duh li bajarê Hesekê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku her çend şervanên wan ji bo şer dernekeve hewl dane jî lê neçarî şer bûne. Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku di encama şerê dijwar de gelek kesên êrîşkar ên komên çekdar hatine kuştin û gelek kes jî hatine girtin. Her wiha tê diyar krin ku di encama êrîşê de şervanê YPG’ê Delîl Ferhat jiyana xwe ji dest daye û 2 şervan jî birîndar bûne. YPG di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew ê biratiya gelan biparêzin.
Li ser şerê duh ku li Bajarê Hesekê derket de Fermandariya YPG’ê ya Bajarê Hesekê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çend şervanên wan ji bo şer dernekeve hewldane jî, lê neçarî şer bûne û ev tişt hatin gotin:
“Li bajarê Hesekê komeke çete li Seha Xetto ya girêdayî Taxa Nasra li ser avahiyan êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Di encama êrîşê de şervanê YPG’ê Delîl Ferhat jiyana xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn. Her çend şervanê me ne dixwestin şer derkeve jî, neçarî parastina rewa bûn. Di encamê de şerek dijwar derket û gelek kesên êrîşkar ên komên çekdar hatin kuştin û gelek kes jî hatin girtin.’’
YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di encama şer de gelek kes ji komên êrîşkar girtine û di encama lêpirsîna wan de sedemê van êrîşan zelal kirine û wiha dewam kir:
“Em weke YPG’ê piştî lêpirsîna kesên hatine girtin gihiştin vê zanyariyê ku ev kesane alîgirên rejîma Baas ên nijatperestin û xwe weke Kombûna Yekbûyî ya Ereban bi nav dikin tevdigerin. Bi alîkariya hêzên rejîmê ev kom hewl didin ji bo qezencên takekesî yên ku dûrî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne û dixwazin di navbera gelên li Hesekê dijîn şerê qewman çêbikin. Di encamê de hate zanîn ku ev kesane ji bo berjewendiyên partiya Baas tevdigerin û dixwazin nakokiyan di navbera gelan de derxin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG’ê ji bo biratiya gelan têdikoşe û wiha hate gotin: “Em wek YPG’ê bi armanca biratiya di nava gelê Kurd, Ereb, Asûrî û gelên li Sûriyeyê dijîn bi hêz bikin hewldidin. Em ê ewlehiya hemwelatiyên li bajarê Hesekê biparêzin. Em bang li hemû kesên aştiyê û jiyanekî rûmet dixwazin dikin ku, ji bo aştî û biratiya gelan xirab nebe rê li pêşiya rejîma Baas û alîgirê wê bigrin. Ji bo Sûriyeyekî demokratik û ewlehî hewl bidin û rejîma Baas birûxînin.”