YPG: Em derbasî parastina aktîf dibin

YPG: Em derbasî parastina aktîf dibin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bilançoya pevçûnên 2 rojên dawî yên bi komên çekdar re aşkera kir û destnîşan kir ku 77 çekdar hatine kuştin, 2 dîl hatine girtin û 3 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane. Fermandariyê bal kişand ku YPG li hemberî êrîşan wê derbasî asta parastina aktîf bibe.  

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya bi daxuyaniyekê bîlançoya pevçûnên 2 rojan yên ku li herêma Til Ebyad, Serêkaniyê û Çelaxa bi komên Dewleta Îsalamî ya Îraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra re qewimîne, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Eniya El-Nusra êrîşên xwe yên hovane li Kobanê, Tirbespiyê, Rimêlan, Koçerat, Çelaxa û Dêrikê didomîne û dixwazin ber bi bajar û gundên kurdan ve pêş bikevin. Lê hêzên YPG’ê li dijî wan li hemû aliyan bersiv daye û ew paşve ajotine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta daxuyanî hatiye amadekirin jî, li hinek qadên şer pevçûnan dom kiriye.

'LI GUNDÊ KENDAL 50 ÇEKDAR HATIN KUŞTIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê ya li dijî êrîşên komên çekdar de, gelek ziyanên mezin gihîştin êrîşkaran û wiha hate domandin:  “Li gundê Kendal ê girêdayî Til Ebyadê El-Nusra xwest bi çekên giran û tangan êrîşî gund bikin, lê di encama bersivdayînê de 50 çekdar hatin kuştin, 2 dîl hatin girtin û hinek jî birîndar bûn. Di encama van pevçûnan de tangek, 2 wesayîtên doçka û wesayîtek din bi temamî hatine ruxandin, gelek çekên kelaşnîkov, qernasek, 2 wesayîtên doçka û  8 wesayît hatine destserkirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  di pevçûnên gundê Kendal de 2 şervanên YPG᾿ê jî jiyana xwe jidest dane û wê di demên pêş de nasnameyên wan bêne eşkerekirin.

'LI HERÊMA GIRKÊ LEGÊ 25 KUŞTÎ'

Derbarê pevçûnên li herêma Girkê Legê, Çelaxa, Rimêlan û Til Koçer de jî di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li nêzî gundê Sikeriyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de şervanên me bersiva êrîşa El-Nusra da û di encama pevçûnên dijwar komên êrîşkar neçar mane ku paşve biçin. Di pevçûnan de şervanek me ya YPJ’ê jiyana xwe ji dest daye.

Li qada Rimêlan bi taybetî li ser riya navnetewî li nêzî gundên Cinêbiyê û Yusufiyê komên çekdar şevê din xwestin derkevin ser riya navnetewî. Lê hêzên me bersiv da û pevçûn heta serê sibehê dom kirin. Di encamê de komên çekdar 15 kuştî li pey xwe hiştin û neçar man ku xwe paşve biçin.

Li benda Tehûnê ya li nêzî gundê Til Elo yê li ser riya navnetewî komên çekdar xwestin derbasî herêmê bibin, lê di encama bersivdayîna hêzên YPG’ê de 10 kuştî li pey xwe hiştin û neçar man ku paşve biçîn.”

SERÊKANIYÊ

Di daxuyaniyê de têkildarî pevçûnên li Serêkaniyê de hate gotin ku li herêma Esfer Necar duh pevçûn derketine û di encamê de 2 çekdar hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji duh û heta niha di encama pevçûnan de 77 çekdar hatine kuştin, gelek birîndar bûne û 2 jî dîl hatine girtin. Hate gotin ku di pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dane.

‘DIXWAZIN HEYFA TÊKÇÛNA XWE JI SIVÎLAN HILÎNIN’

Di daxuyaniyê de li ser pêkanînên komên çekdar jî hate rawestîn û ev tişt hatin gotin: “Ev êrîş nîşan didin ku tu eleqeya pêkanînên El-Nusra bi mafên mirovan û qanûnên şer re tune ye. Êrîşî welatiyan dikin, talan dikin û welatiyên sivîl digirin. Dixwazin ku herêmê ji welatiyên kurd vala bikin. Kiryarên wan nîşana têkçûna wan e. Bi berxwedana hêzên me derbeyên mezin xwarin, lewre dixwazin heyfê ji sivîlên bêguneh bigirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê wê ji niha û pê de asta çalakiyên xwe yên bersivdayînê bilind bikin û ji asta parastinê derbasî rewşa parastina aktîf bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hate kirin: Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê ve, di dîroka Suriyê de parastina herêmên xwe kiriye. Di vê dema hesas de jî parastina xwe dike sîstema xwe ya xweser ava dikin. Ji ber vê yekê em rastî êrîşên sîstema cîhanî û alîgirên wan ên herêmî tên. Lewre em bang li gelê xwe dikin ku li her derê piştgiriya hêzên parastinê bikin û herêmên xwe biparêzin. Her wiha em bang li ciwanan jî dikin tevlî refên YPG’ê bibin da ku destkeftiyên xwe biparêzin.”