YPG’ê tangeke din a çeteyan rûxand

YPG’ê tangeke din a çeteyan rûxand

Li rojhilatê Kobanê ku şer û pevçûnên dijwar didomin, şervanên YPG/YPJ’ê tangeke aîdî çeteyên DAIŞ rûxandin.

Li Kobanê ku şev û roj şer û pevçûnên dijwar lê didomin şervanên YPG/YPJ’ê yên derbeyên giran li çeteyên DAIŞ dan, li eniya rojhilat tangeke din a aîdî çeteyên DAIŞ’ê hat rûxandin.

Kêliya tanga di encama derbeyê de agir pêket û cebilxaneya tê de teqiya ji aliyê gelê li gundê Dewşen ê li ser sînorê Kobanê nobet digirin ve bi zelalî hat dîtin. Tanga bi dengekî mezin teqiya, agirê wê bi metreyan bilind bû.

Rûxandina tangê ji aliyê gelê li gundê Dewşen ve bi tilîlî û dirûşmaya “Bijî berxwedana YPG/YPJ” ve hat pîrozkirin.