YPG’ê ‘Şoreşa Rojava’ silav kir

YPG’ê ‘Şoreşa Rojava’ silav kir

YPG’ê ala xwe danî ser avahiya herî bilind a Serêkaniyê û di yekemîn salvegera “Şoreşa Rojava” de her du aliyên sînor silav kir.

Li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistan şerê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Cepheya El Nusra de ku 4 roj bûn berdewam dikir piştî hêzên YPG’ê bajêr bi temamî kirin bin kontrola xwe bi dawî bû. YPG’ê deriyê sînor jî di nav de li tevayî cihên stratejîk ên ji çeteyan paqij kir alên kesk û sor û zer ku daliqandin û di yekemîn salvegera “Şoreşa Rojava” de li avahiya herî bilind a Serêkaniyê avahiya ofîsê ala Artêşa Azad a Sûriyeyê rakirin û ala YPG’ê daliqandin. Ala li ser avahiyê ji her du aliyên sînor bi awayekî pirr aşkera tê dîtin.

Her wiha hat ragihandin ku şerê li derdora Til Xelef a 3 kîlometreyan li Rojavayê Serêkaniyê ye hatiye ber bi dawiyê, li gund tenê 15 endamên çeteyan mane û gund bi temamî di dorpêçkirina YPG’ê de ye. Dengê çekan ku şevê din cih bi cih dihat ber bi sibê ve kêm bû.