YPG’ê nasnameya şervanekî jiyana xwe ji dest da aşkera kir
YPG’ê nasnameya şervanekî jiyana xwe ji dest da aşkera kir
YPG’ê nasnameya şervanekî jiyana xwe ji dest da aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervanê YPG’ê yê li navbera gundên El Biwêd û Menacîrê pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku şevê din li ser rêya di navbera Biwêda û Menacîr ên Serêkaniyê, şervanekî pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da.
YPG’ê got: “Şeva buhrî di encama teqîna mayîna li gundên başûrê Serêkaniyê li ser rêya di navbera gundê Biwêda û Menacîr ku ji aliyê çeteyan ve hatibû danîn bi wesayîteke yekîneyên me de teqiya û hevalê me Dilşêr û Şaredarê Gel li bajarokê Ebû Rasên tevlî karwanên şehîdan bûn.
Şervanê YPG’ê yê bi navê Emar Îsa (Dilşêr) li gundê Nebkê yê Serêkaniyê ji dayik bûye û sala 2014 tevlî nava şervanên YPG’ê bûye.
