YPG’ê nasnameya şervanekî aşkera kir
YPG’ê nasnameya şervanekî aşkera kir
YPG’ê nasnameya şervanekî aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, şervanê YPG᾿ê Ferîd Hemkiro ku ji Nîsana 2013᾿an de agahî jê hatibû birîn, jiyana xwe jidest daye.
Di derbarê mijarê de Navenda Çapemeniyê ya YPG᾿ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, di şeva 26᾿ê Nîsanê de dema êrîşa çekdarên Xalid Heyanî ya li ser taxa Şêxmeqsûd têkilî bi şervanê tabûra Şehîdên Helebê ya YPG᾿ê Ferîd Hemkiro re qut bibû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ji wê demê ve YPG᾿ê di nava hewldana deye ku Hemkiro bibîne û wiha hate gotin; “ Di encamê lêkolînê me kirî deu şervanê me şehît ketiye û em dibêjin serê gelê Kurd sax be.”
Nasnameya şervanê YPG’ê ku hate aşkera kirin wiha ye:
Nav û Paşnav: Ferîd Hemkiro, nasnav: Ferîd, navê Bav: Ednan, navê dayîkê: Emîna Mistefa, cihê jidayîkbûnê : Qerzêhil
Saziya Malbatên Şehîdan li Helebê diyar kir ku, dê merasimên şervanên YPG᾿ê Ferîd Hemkiro û Ciwan Efrîn ê ku 3 roj beriya niha di pevçûnên li herêma Çelaxa di navbera YPG᾿ê û çekdarên Cebhet El-Nusra û komara Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam di jiyana xwe jidest bû, dê sibê saet di 17.00᾿an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a li Efrîn bê lidarxistin.
Têkildarî mijarê Saziya Malbatên Şehîdan bang li şêniyên herêma Efrîn bi hemû pêkhateyên wê kir da ku tevlî mersima bibin.