YPG’ê nasnameya 3 şervanên jiyana xwe ji dest dan aşkera kir

YPG’ê nasnameya 3 şervanên jiyana xwe ji dest dan aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya sê şervanên di şer û pevçûnên li Serêkaniyê û Kobanê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya sê şervanên ku di operasyona li başûrê rojavayê Serêkaniyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine destpêkirin û  berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Merwan Ebas ê bi nasnavê Zagros Cûdî, li Dirbesiyê ji dayik bûye, sala 2013 tevlî bûye, 8’ê Mijdara 2014'an, di operasyona li başûrê rojavayê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.

Mustefa Salih ê bi nasnavê Demhat Kobanê, li Kobanê ji dayik bûye, 7’ê Mijdara 2014 li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.

Şervanê YPG’ê Baran Kobanê 7’ê Mijdara 2014 li Kobanê jiyana xwe ji dest da.