YPG’ê li Hesekê koma êrîşkar ji herêmê derxist

YPG’ê li Hesekê koma êrîşkar ji herêmê derxist

 Li bajarê Hesekê piştî komeke çete êrîşî dewriyeya YPG’ê kir û di encamê şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da û li gel bersivdayînê jî gelek êrîşkar hatin kuştin, kom ji taxê hate derxistin.  Di encama hevdîtinan de dîl hatin berdan û biryar hat girtin ku ji bilî YPG’ê tu hêzên çekdar li herêmê nemînin.

Li bajarê Hesekê komeke çete, li Seha Xetto ya girêdayî Taxa Nasra li ser avahiyan êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Di encama êrîşê de şervanê YPG’ê Delîl Ferhat  jiyana xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn.

Li hemberî vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv da koma çete. Di encama pevçûna ku derket de ji koma çete gelek kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn, lê derbarê hejmara wan de agahî nehatin bidestxistin. Her wiha gelek êrîşkar jî dîl hatin girtin.

Piştî ku pevçûn dijwar bû, koma êrîşkar bi riya rûsipiyên herêmê daxwaza hevdîtinê kir. Li ser vê yekê hevdîtin pêk hatin. Di encama hevdîtinan de herdu aliyan kesên dîl hatibûn girtin serbest berdan. 

Di hevdîtinan de biryar hate girtin ku li herêmê ji bilî YPG’ê tu hêzên çekdarî nayên qebûlkirin û koma êrîşkar jî dê noqteya xwe ya li taxê rake.

Nasnameya şervanê YPG’ê yê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Delîl Ferhat ê ji gundê Til Hecer ê girêdayî bajarê Hesekê.