YPG’ê komên çete ji Til Elo û Siwêdiyê hatin derxistin
YPG’ê komên çete ji Til Elo û Siwêdiyê hatin derxistin
YPG’ê komên çete ji Til Elo û Siwêdiyê hatin derxistin
Li herêma Çelaxa piştî pevçûnên dijwar ên 4 rojan dom kirin, komên çekdar ji gundên Til Elo û Siwêdiyê hatin derxistin. Li gundê Hedadê jî komekê êrîşî benda YPG’ê kirin. Di encama pevçûnê de êrîşkarek hate kuştin.
Li herêma Çelaxa ya girêdayî Girkê Legê pevçûnên ku di 16’ê Tîrmehê de bi êrîşên komên wekî Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam ku di nav de Cebhet El-Nusra jî heye û girêdayî El-Qaîdeyê ye destpê kiribûn cih bi cîh didomin. Di encama pevçûnên ku di navbera van koman û hêzên YPG’ê de derketin, li gundên Elî Axa, Til Elo, Girhok û Xirab Bajar destpê kirin de, di roja 4’an de komên êrîşkar reviyan. Hate ragihandin ku koma Cebhet El-Nusra ji gundê Til Elo hatiye derxistin û ber bi Til Koçer ve reviya ye. Her wiha gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de jî ji komên çete hate rizgarkirin.
Hate ragihandin ku, li gundên derdora gundê Til Elo car caran pevçûn dom dikin. Hate gotin ku di pevçûnan de komên êrîşkar gelek windahî dane, lê ji ber ku kuştî û birîndarên xwe dibin aliyê Til Koçer a dibin kontrola wan de ye, derbarê encaman de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li gundê Hedadê jî şevêdin saed derdora 22.00’an de wesayîtek Cebhet El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kir. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê bersiv da û pevçûn derket. Di pevçûnê de êrîşkarek hate kuştin û yên din jî reviyan. Wesayîta wan jî hate desteserkirin.
Hate hînbûn ku, di nava êrîşkaran herêma Çelaxa de hinek komên ji kurdan pêk tên ên wekî komên bi navê Selahaddîn û Mala Birhik ku kesê bi navê Xêredîn Birhik pêşengiya wan dike yên girêdayî El-Partî, koma Mişel a girêdayî Teyar Musteqbel jî hene.
Duh çavkaniyekî pêbawer gotibû ku komên bi navê Ehrar El-Şam, Qee Qa û Mala Berhik ên girêdayî El-Parti ku Hekîm Beşar serokatiya wê dike, Ketîba Selahaddin a girêdayî Partiya Azadî, Meşel Temo ya girêdayî Partiya Teyar El-Musteqbel, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam û Cephet El Nusra, li herêma Til Koçer civînek veşartî lidar xistine. Heman çavkanî diyar kiribû ku ku civîn 2 roj beriya êrîşan hatiye lidarxistin û biryar hatiye girtin ku di nava 24 saetan de herêma Rimêlanê bê bidestxistin.