YPG’ê gelek nuqte ji destê çeteyan derxist

YPG’ê gelek nuqte ji destê çeteyan derxist

Yekîneyên Parastina Gel li rojhilatê bajarê Kobanê hin nuqteyên ku ketibûn destê çeteyên DAIŞ'ê de derxistin.

Li gorî agahiyên ji herêma şer, îro sibê saet 03.00'an de şervanên YPG'ê li Taxa Kaniya Kurda, Kolana Şaredariyê û derdora Mizgefta Hac Reşad yên li rojhlatê bajarê Kobanê çalakiyeke bi bandor lidar xistin. Li ser vê yekê di navbera YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûn derketin.

Di encama çalakiya ku YPG'ê li van deveran lidar xistine de hin nuqteyên li derdora Mizgefta Hac Reşad ku ketibûn destê çeteyan hatin vegerandin. Her wiha di vê çalakiyê de zêdetirî 10 çeteyan  hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervnanên YPG'ê.

Çekên hatine desteserkirina ev in: Roketek RBG, çekek BKC, bêtêlek, cercûr û gule, bombeyên destan.