YPG’ê encama şerê 5 rojan aşkera kir

YPG’ê encama şerê 5 rojan aşkera kir

YPG’ê bîlançoya şerê 5 rojan yê li Efrînê aşkera kir û ragihand ku, di encama şerê 5 rojan de 15 endamên komên çekdar hatine kuştin û 3 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane. YPG’ê destnîşan kir ku, di pevçûna duh de şervanê wan Mazlûm Hacî Mihmed jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya dayî de destnîşan kirin ku, di 10᾿ê hizêran ê de komên çete êrîşî gundên Kefer Meze, Mezrea û Mereskê kirin. Di encamê de şervanên YPG᾿ê ji bo parastina welatiyan bersiv dan û di encamê de pevçûn rû dan. Navenda Çapemenyê ya YPG᾿ê destnîşan kir ku li ser daxwaza welatiyan komên çete ji van gundan derxistine.

YPG’ê encama şerê 5 rojan aşkera kir û da diyarkirin ku, 15 çekdar hatin kuştin, 3 dîl ketin destê YPG,᾿ê de, wesayîteke leşkerî li ser û 2 malên ku komên çekdar ji xwe re kiribûn biryargeh hatin rûxandin. Her wiha 3 şervanên YPG᾿ê di van pevçûnan de jiayan xwe jidest dan. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, ji destpêka êrîşên komên çekdar ve û di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê de komên çete ji gundê Mereskê hatin derxistin û piştre komên çete li ber berxwedana şervanên me neçar man xwe ji gundê Kefer Mezê vekşînin.

Di ber dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, roja Înê êvarê pevçûn rû dan û di encamê de komên çete bi temamî ji gundê Mezrea hatin derxistin û di van pevçûnan de şervanê YPG᾿ê Mazlûm Hacî Mihemed jiyana xwe jidest da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gundên Mereskê, Kefer Mezê û Mezrea bi tememî ji komên çete hatin paqijkirin û niha di bin ala YPG᾿ê de tên parastin.

Şervanê YPG’ê yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da wiha ye:

Mazlûm Hacî Mihemed binasnav Mazlûm. Navê Bav: Cemîl. Navê dayîkê: Remziya. Di 7᾿ê hizêrana 1989᾿an li navçeya Bilbilê ya Efrînê hatiye dinê. Di sala 2011᾿an de tevlî nava refên YPG᾿ê bû ye.

Di dawiya daxuyaniya YPG᾿ê de soza berdewama berxwedanê hate dayîn û ev tişt hate gotin: “Em ji gelê xwe re tekez dikin ku heta komên çete ji aliyê gundên Meryemînê û Bênê bi temamî bêne derxistin em dê tekoşîna xwe li dijî wan bidomînin.”