YPG’ê deriyê sînor teslîmî Meclîsa Gel kir
YPG’ê deriyê sînor teslîmî Meclîsa Gel kir
YPG’ê deriyê sînor teslîmî Meclîsa Gel kir
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Deriyê Sînor ê Serêkaniyê ye di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de, piştî ku ji komên çekdar rizgar kir, teslîmî heyeta sivîl a Meclîsa Gel a Serêkaniyê kir. Li bajêr jî aramî heye û gel vedigere ser karê xwe.
Deriyê Sînor ê Serêkaniyê piştî pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên YPG’ê û çekdarên Cephet El-Nusra de di saetên piştî nîvro de ketibû destê YPG’ê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rayedarên YPG’ê piştî ku komên çekdar ji herêmê derxistin deriyê sînor radestî heyetek sivîl a girêdayî Meclîsa Gel a Serêkaniyê kirin û ji bo parastinê yekîneyek li herêmê hiştî ye. Hate ragihandin ku heyeta sivîl jî berpirsyariya derî dewr girtiye û hewl dide ku ji bo mijara îdarî bi rayedarên deriyê sînor ên Tirkiyê re jî bikevin têkiliyê.
Li aliyê din piştî pevçûnan û derxistina komên çekdar, li bajêr rewş aram bûye û welatiyên ku hêdî hêdî vedigerin ser karê xwe jî keyfxweşiya xwe anîn ziman.
Hate ragihandin ku li herêma Tel Xelef jî car caran pevçûn di qewimin û dengê çekan tê.