YPG dimeşe, El Qaîde wendahiyên giran dide
YPG dimeşe, El Qaîde wendahiyên giran dide
YPG dimeşe, El Qaîde wendahiyên giran dide
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê û Hesekê, di encama pevçûnên navbera şervanên YPG û çekdarên ser bi El Qaîdeyê de, 41 çekdar hatin kuştin. Hat ragihandin, li herêma navbera Girkê Legê û Til Koçer de jî 25 endamên El Qaîde hatine kuştin. Di van pevçûnan de 2 şervanên YPG'ê û 3 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, komeke Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra şevê din saet derdora 12.00’an de li nêzî gundê Mişrafa yê di navbera Hesekê û Serêkaniyê de ye û 4 kîlometre dikeve başûrê Serêkaniyê, êrîşî benda YPG’ê kirin. Hate ragihandina ku êrîş bi tangê pêk hatiye û di encamê de şervanekî YPG’ê û 3 endamên asayîşê jiyana xwe jidest dane.
Piştî êrîşê di navbera Eniya El-Nusra û hêzên YPG’ê de pevçûn derketin. Hate ragihadin ku di pevçûnan de 41 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 2 wesayîtên doçka jî hatin ruxandin. Pevçûnên li herêmê didomin.
Li nêzî gundê Sikeriyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de, di navbera hêzên YPG’ê û koma Eniya El-Nusra de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama pevçûnan de 25 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin, endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, pevçûn şevê din destpê kirin û heta serê sibehê bi dijwarî dom kirin. Hate ragihandin ku di encama pevçûnê de 25 endamên Eniya El-Nusra hatin kuştin û endamekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku ji ber pevçûnan li herêmê şewat derket.
Pevçûnên li herêmê didomin.