YPG: Di şerê li Kobanê de 80 çete hatin kuştin
YPG: Di şerê li Kobanê de 80 çete hatin kuştin
YPG: Di şerê li Kobanê de 80 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê destnîşan kir ku di şerê sîng bi sîng û çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ'ê de, ji duh bi şev û vir ve li eniyên başûr, başûrrojava û rojhilat 80 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di şer û berxwedana roja 28. de Fermandara Tabûrê Rojda Axîn di berxwedana li eniya rojhilat de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî, bîlançoya pevçûnên ji duh bi şev û vir ve li eniyên berxwedanê yên Kobane diqewimin, bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirinê di 15'ê Îlonê de dan destpêkirin û berxwedana dîrokî ya li hemberî van êrîşan di roja 28. de bi dijwarî dewam dikin. Hat ragihandin ku çete ji her sê eniyan bi piştgiriya tank, top û wesayîtên zirxî êrîş kirin û di navbera wan û hêzên YPG/YPJ'ê de şerê sîng bi sîng qewimî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên nikarin di bajêr de pêş bikevin danê sibê ji aliyê rojhilat û ji ser sînorê bajêr dest bi êrîşa kirin û hat destnîşankirin ku hêzên YPG/YPJ'ê li van eniyan bi vîn û biryardariyek mezin êrîşên çeteyan têk birin û derbên giran li wan xistin.
LI ENIYA BAŞÛR Û BAŞÛRROJAVA 53 ÇETE HATIN KUŞTIN
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku çeteyan duh bi şev ji eniya başûr û başûrrojavayê herêmê ji du milan ve êrîşek dan destpê kirin û got, "Piştî şerê dijwar û sîng bi sîng çete têk çûn û hêzên me derbasî êrîşê bûn. Di êrîşa hêzên me de çete ji 2 nuqteyan hatin derxistin. Hêzên me 53 kuştiyên çeteyan tespît kirin û gelek çete jî birîndar bûn. Hêzên me dest danîn ser 21 çekên şexsî, 2 demançe, gelek cebilxane û bêtelekê. Her wiha li vê eniyê gelek çekên giran û wesayît hatin îmhakirin."
LI ENIYA ROJHILAT 27 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de li ser şer û pevçûnên li eniya rojhilat ev agahî hatin dayîn:
"Li eniya Rojhilat jî duh bi şev şerê destpê kir heta danê sibê bi dijwarî dewam kir. Di vî şerê de 12 kuştiyên çeteyan hat tespît kirin. Çeteyan danê vê sibê jî li herêma Kaniya Kurdab bi wesayîtek bombebarkirî êrîş kirin. Lê beriya ku ev wesayît bigihêje çeperên hêzên me di nava çeteyan de hat îmhakirin. Çeteyên ku di heman demê de êrîş kirin rastî bersivek tund a hêzên me hatin. Li vê derê 15 kuştiyên çeteyan çêbûn. Her wiha 1 BKC, roket-avêjek B7 hat desteserkirin. Cenazeyê 7 çeteyan jî ket destê hêzên me. Şerê li vê eniyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Li eniya başûr-rojhilat ango li Miştenûrê jî duh bi şev şerê dijwar qewimî. Êrîşên çeteyan hat şikandin, lê der barê kuştî û birîndaran de agahî bi dest neketin.
Çeteyên ku li eniya başûr derbên giran xwarin depoyek Heyva Sor şewitandin.
FERMANDARA TABÛRÊ ROJDA AXÎN JIYANA XWE JI DEST DA
Di vî şerê duh bi şev de ti wendahiya hêzên me çênebûn. Hevala me ya Fermandara Tabûrê Rojda Axîn ji destpêka dorpêçkirina Kobanê heta niha, bi fedekariyek mezin di berxwedanê de bû û vê sibê li eniya Rojhilat di şer de gihîşt şehadetê."