YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin
YPG: Di nav 24 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê de herî kêm 29 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û 3 wesayît hatine rûxandin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li derdora Kobanê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 18. a êrîşên li hemberî Kobanê de, ji ber hêza komên çete qels bûne, ji deverên cuda yên Sûriyeyê tank, top, çekên giran û hêzên nû yên çeteyan tên sewqkirin.
YPG'ê diyar kir ku komên çete li rojhilat, rojava û başûr êrîşî Kobanê dikin û li hemberî berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê û îradeya mezin a gelê Kobanê, nikarin bikevin bajêr.
Di dewama daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de hat gotin, "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li nêzikî qada Newrozê ya li başûrê bajêr zêde bûne. Pêşveçûna çeteyan li vê derê hatiye rawestandin. Di nava 24 saetên dawî de herî kêm 29 çete hatine kuştin, 3 wesayit hatine rûxandin.
Li eniyên başûr, rojava û rojhilat vê sibehê şer dîsa destpê kiriye û bi hemû dijwariya xwe dewam dike."