YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 86 çete hatin kuştin

YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 86 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên 24 saetên dawî de, li her sê eniyên Kobanê 86 çete hatine kuştin, cebilxaneyek çeteyan hatiye teqandin. Di pevçûnên dawî de 17 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pevçûnên 24 saetên dawî yên li sê eniyên Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di êvara 15'ê Îlonê de hatin destpêkirin, di roja 20. de dewam dikin.

Navenda Çapemeniyê da xuyakirin ku çete bi hêzên yêdek ên ji Reqa, Dêra Zor, Hol û Iraqê aniye, bi tank, top û çekên giran êrîş dikin û got, "Li dijî êrîşên ketin roja 20., hêzên me û gelê me vîneke mezin nîşan dide û bi derfetên kêm berxwedana xwe dewam dikin."

DI NAVA 24 SAETÊN DAWÎ DE 86 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava du rojên dawî de li girê Miştenûr ê li başûrrojhilatê navenda bajarê Kobanê û li hin nuqteyên cuda yên li başûr û rojhilatê bajêr, çete bi çekên giran û bombebaranê êrîş dikin û hat ev agahî hat dayîn: "Di navbera çeteyan û hêzên me de sîng bi sîng pevçûnên dijwar qewimîne. Çeteyên ku çekên giran li nêzî bajêr bicih kirine, dem bi dem topan diavêjin navenda bajarê Kobanê.

Li eniya rojhilat 2 êrîşên çeteyan hatin şikandin, li eniya rojava jî cebilxaneyeke çeteyan hat teqandin.
 
Di nava 24 saetên dawî de, di encama şerê li her sê eniyan qewimîn de, li gorî tespîta hêzên me 86 çete hatine kuştin. 

17 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku di van pevçûnan de şervanên YPG/YPJ'ê bi biryardariye mezin li ber xwe didin û got, "Li hemberî êrîşên çeteyan, 17 rêhevalên me yên di biryardariya parastina Kobanê de ti carî venegeriyan, sekneke bi vîn a mezin nîşan dan, bi lehengî şer kirin û gihaştin şehadetê."