YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 33 çete hatin kuştin
YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 33 çete hatin kuştin
YPG: Di 24 saetên dawî de li Kobanê 33 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di çalakî û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê de 33 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, gelek cebilxane hatine desteserkirin. Di pevçûnên ku YPG'ê gav bi gav çeteyan ji herêmê derdixîne de, şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî yên li Kobanê bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirinê di 15'ê Îlonê de destpê kirin, dir oja 31. de dewam dikin û da zanîn ku duh di nava rojê û tevahiya şevê de li eniyên rojhilat û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar qewimîne. Hat ragihandin ku di vî şerî de hêzên YPG/YPJ'ê hin nuqteyên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin, paqij û ewle kirin.
LI ENIYA ROJHILAT 16 ÇETE HATIN KUŞTIN, GELEK CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku li eniya rojhilat, duh ber êvarê êrîşên çeteyan destpê kirin û heta danê vê sibê dewam kirin. Hat ragihandin ku li vê eniyê li nuqteyên cuda şer sîng bi sîng hatiye meşandin û êrîşên çeteyan hatine şikandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di şerê li vir de 16 çete hatine kuştin, cenazeyekî çeteyan di destê YPG'ê de ye û 2 kalaşnîkov, çekek AKC, 1 BKC û gelek cebilxane hatine desteserkirin.
DI ŞERÊ LI ENIYÊN BAŞÛR Û BAŞÛRROJHILAT DE 17 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de der barê pevçûnên li eniyên başûrrojhilat û başûr de ev agahî hatin dayîn:
"Li eniya başûr-rojhilat ango li Miştenûrê çeteyên DAIŞ'ê duh êvarî û bi şev êrîş kirin, lê hemû êrîşên wan hatin şikandin. Hêzên me li vê eniyê êrîşî wan kirin. Di şer de 11 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin. Hêzên me dest danîn ser 5 kalaşnîkov, 1 BKC, 6 bombeyên destan û gelek cebilxaneyên van çekan.
Li eniya başûr jî çeteyan duh tevahiya şevê 2 êrîş pêk anîn. Piştî bersivek tund çete têk çûn û paşde vekişiyan. Hêzên me derbasî êrîşê bûn û nuqteyek ku çeteyan dagirkiribû ji destê wan girtin. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat tespîtkirin.
Dîsa li ser rêya Helebê li nêzî salona dawetê ya Seyranê wesayîtek çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmhakirin. 6 çeteyên di wesayîtê de hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di şerê 24 saetên dawî de li gorî hatiye tespîtkirin 33 çete hatin kuştin. 7 keleş, 2 BKC, 1 AKC, 6 bombeyên destan, gelek cebilxane û cenazeyek çeteyan ket destê hêzên me. Her wiha wesayîtek jî hat rûxandin.
ŞERVANEK YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Di şerê duh bi şev de hevalek me bi qehremaniyek mezin li ber xwe da û gihîşt şehadetê.