YPG çeteyan ji kolanên Kobanê derdixîne

YPG çeteyan ji kolanên Kobanê derdixîne

Di roja 53. a berxwedana Kobanê de, hêzên YPG/YPJ kolan bi kolan çeteyan ji nav Kobanê derdixînin. Di encama çalakiyên duh bi şev de li eniya rojhilat çete ji gelek nuqteyan, li eniya başûr jî ji 2 kolanan hatin derxistin. Di şer de 21 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 53. de dwam dikin û pêşveçûna komên çete li hemberî berxwedana hêzên YPG/YPJ, Bûrkan El Firat û hêzên pêşmergeyan, hatiye sekinandin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hin deverên çeteyan dagir kiribûn hatine rizgarkirin û topbarana çeteyan a li dijî navenda bajêr û qadên sivîlan dewam dike.

Li ser bîlançoya dawî ya şer û pevçûnên li Kobanê di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

LI ENIYA ROJHILAT ÇETE JI HIN NUQTEYAN HATIN DERXISTIN: 12 ÇETE HATIN KUŞTIN

"Hêzên me şevê din li eniya Rojhilat, li deverên weke Kaniya Kurdan, kolana şaredariya û qada Azadiyê li hemberî çeteyan êrîş pêk anîn. Di encama êrîşê de çete ji nuqteyên ku lêne hatine derxistin û hêzên me li navenda bajêr kolanek pêşveçûne. Li vê herêmê bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 12 çete hatine kuştin. Hêzên me gelek çek, maskeyên gazê û hin belge desteserkirine.

DI ÇALAKIYÊN LI ENIYA BAŞÛR DE 9 ÇETE HATIN KUŞTIN

Li eniya başûr jî duh ji saetên nîvro heta şevê, şerê dijwar dewam kir. Di vî şerî de, du motorsîkletên çeteyan hatine rûxandin, bi qasî ku hatiye tesbîtkirin herî kêm 7 çete hatine kuştin. Li vê herêmê wesayitek ku ji bo çeteyan cebilxane sewq dikir, li ser rêya Helebê hatiye rûxandin. 2 çeteyên di wesayitê de hatine kuştin.

LI ENIYA BAŞÛR HÊZÊN YPG/YPJ'Ê BI DU KOLANAN BI PÊŞVE ÇÛ

Hêzên me li eniya başûr şevê din li hemberî deverên ku çeteyan dagirkirine êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Hêzên me li başûrê bajêr du kolan pêşveçûne.

Dîsa îro di saetên sibehê de, li nêzikî gundê Termik ê li başûrê Kobanê, tangek çeteyan tevî alavên têde hatiye rûxandin. "