YPG: Çete li hember berxwedanê teqwiye dikin
YPG: Çete li hember berxwedanê teqwiye dikin
YPG: Çete li hember berxwedanê teqwiye dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê, diyar kir çeteyên DAIŞ ên li hember berxwedanê derbeyan dixwin di serî de li Cerablus û Til Ebyad (Girê Spî) ji gelek navendan hêz, çek û cebilxane teqwiye dikin û êrîşên xwe zêde kirine. YPG aşkera kir ku di 24 saetên dawî şer û pevçûnên dijwar ên li 3 eniyan de 70 çete hatine kuştin û hewldana êrîşeke întîharî ya bi teqemenî vala hatiye derxistin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, destnîşan kir ku ji 15’ê Îlonê û vir ve li Kobanê ya hatiye dorpêçkirin de tevî derfeten kêm jî berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir.
YPG’ê got: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 27'an de dewam dikin. Komên çete ku li hemberî hêzên me derbên mezin dixwin di serî de ji Cerablûs û Grê Spî (Til Abyad) ji deverên cuda hêz, çek û cebilxane tînin û êrîşên li dijî bajêr dewam dikin. Li her sê eniyan jî, şervanên me bi derfetên kêm lê bi îrade û biryardariyek mezin li hemberî êrîşan li ber xwe didin.
Li eniya rojhilat çeteyan êrîşên xwe zêde kirin û tevahiya rojê û şevê şer bê navber dewam kir. Li vê eniya qasî ku hêzên me tespît kirine 17 çete hatin kuştin.
Li eniya başûrrojhilat, li derdora girê Miştenûr komên çete li gel bombardimanê gelek êrîş pêk anîn. Li hemberî berxwedana şervanên me êrîş hatine têk birin û herî kêm 11 çete hatine kuştin.
Di nava 24 saetên dawî de herî zêde êrîşên xwe li eniya başûr dijwar kirine û hêzên me bi berxwedanek bêhempa derbên mezin li wan dane. Çeteyan li vê eniyê bi kamyonek bombebarkirî êrîş kirine, lê wesayîta bombebarkirî ji aliyê hêzên me ve hatiye ferqkirin û di nava çeteyan de hat teqandin. Dîsa komek çete li gel bomberdimana dijwar xwestine bikevin çeperên hêzên me, lê hatine dîtin û îmha kirin. Hêzên me weke din wesayîtek û tevî çeteyên têde rûxandine. Li vê eniyê herî kêm 36 çete hatine kuştin.
Li eniya Rojava jî hêzên me li hemberî nuqteyên çeteyan a ku li bejahiyê bu çalakî pêk anîn. Di van çalakiyan de wesayîtek hat rûxandin û 6 çete hatin kuştin.
Li herêmê êrîşên çeteyan û berxwedana şervanên me dewam dike. Li her sê eniyan jî şerê dijwar bênavber didome."
LI SERÊKANIYÊ YEK JÊ EMÎR 26 ÇETE HATIN KUŞTIN
YPG’ê herwiha diyar kir ku li Serêkaniyê jî operasyonek hatiye destpêkirin, di wê operasyonê de yek jê emîr 26 çete hatine kuştin. Detayên operasyonê wiha ne:
“11 Cotmehê saetên nîvro hêzên me li başûrrojavayê Serêkaniyê li bajarokê Mebrûka û li herêma Dehma operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de şerê sing bi sing pêk hat. Hêzên me di heman wextê de li herêma Ravya jî çalakîyan pêk anîn. Li bakûrê Ravya komek çete hat tinekirin. Weke din di navbera Dehma û Mebrûka de wesayitek çeteyan hat rûxandin. Bi qasî ku hat tespîtkirin 26 çete hatin kuştin. Emîrekî çeteyan a berpirsiyarê qadê bi navê Ebu Cemalek jî di vê operasyonê de hat kuştin. Operasyona li herêmê dewam dike.”
Di vê operasyonê de hevalekî me bi navê Kamuran Koçbêr (Şexmus Mio) ya ku bi rihê êrîşê xwe tirs li ser çeteyan avakirî bû bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê.”