YPG: Çete bi hêzên nû yên ji derdorê tîne hewl didin êrîş bikin
YPG: Çete bi hêzên nû yên ji derdorê tîne hewl didin êrîş bikin
YPG: Çete bi hêzên nû yên ji derdorê tîne hewl didin êrîş bikin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran li Kobanê dixwin, bi anîna hêzên nû yên ji deverên weke Cerablûs, Girê Spî û Reqayê, hewl didin êrîşên xwe dijwar bikin. YPG'ê destnîşan kir ku di şerê 24 saetên dawî de 18 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di vî şerî de 3 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî yê li Kobanê bi raya giştî re parve kir.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di 15'ê Îlonê de hatin destpêkirin, di roja 32. de dewam dikin. Hat ragihandin ku komên çete ji herêmên Cerablûs, Girê Spî, (Tel Abyad) Reqqa û gelek deverên din hêzên nû dişînin û hewl didin êrîşên xwe dijwar bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me û hêzên Burkan El Firat ên parastina Kobanê bi hev re ne, li hin deveran çalakiyên dijber li hemberî çeteyan pêk anîn. Komên çete ku êrîşên wan hat şikandin navend û deriyê sînor bombebaran dikin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku li du deverên eniya rojhilat, duh danê nîvro şer destpê kiriye, tevahiya şevê dewam kiriye û got, "Li herêma Kaniya Kurdan ku li bakurê eniya Rojhilat e, çeteyan êrîş kirin, hewl dan deverên ku hatine rizgarkirin dîsa dagir bikin, lê belê êrîşên wan hatin têk birin. Li rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan ji du milan ve êrîşî derdora avahiya Şaredariyê bikin. Ev êrîşên çeteyan jî hatine têk birin û neçar mane vekişin kozikên xwe."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku komên çete li eniya başûrrojhilat li derdora Miştenûrê jî şevê din li pey hev êrîş pêk anîn û ev êrîşên çeteyan ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê hatine têkbirin.
Hat diyarkirin ku li eniya başûr jî komên çete derbên mezin xwarin û hêza wan ê êrîşî hatiye têk birin. Navendê destnîşan kir ku ji ber vê sedemê komên çete şevê din bi çekên giran û topan çeperên hêzên YPGê û navenda bajêr topbaran kirine.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Duh piştî nîvro li derdora gundê Mala Mustafayê Musa ya ku li rojavayê Kobanê ye, di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnek hat jiyîn. Dîsa li mezraya Arbuş ku dikeve rojavayê Kobanê jî hêzên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Piştî van pevçunan çeteyan ji van deveran reviyan.
Li herêma di navbera gundê Menazê yê li başûrrojavayê bajêr û navenda bajêr jî wesayitek tevî çeteyên di nav de hat rûxandin.
Bi qasî ku hatiye tespît kirin di şer û çalakiyên 24 saetên dawî de herî kêm 18 çete hatin kuştin.
3 hevalên me ku ji destpêkê heta niha di nava berxwedana Kobanê de bûn û bi ruhekî fedaî şer kirin şehîd bûn."