YPG bilançoya şerê Serêkaniyê eşkere kir

YPG bilançoya şerê Serêkaniyê eşkere kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), bilançoya şerê Serêkaniyê ku 2 rojan dom kir, aşkera kir û diyar kir ku bajar li gel Deriyê Sînor ê Serêkaniyê bi temamî hatiye rizgarkirin, 25 çekdar dîl hatine girtin û 2 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dane. 

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bîlançoya pevçûnên 2 rojan ên li Serêkaniyê bi komên çekdar re, bi daxuyaniyekê eşkera kir. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku di demeke ku gelê Rojava salvegera şoreşa 19᾿ê Tîrmehê pîroz dike êrîş pêk hatine û wiha hat gotin: “Di demeke ku xebatên avakirina xweseriya demokratîk pêş dikevin de, tevî ku me ne dixwest di meha Remezanê ya pîroz de têkevin nava şer, lê hêzên li dijî berjewendiyên gelê me tevdigerin ji bo berjewendiyên xwe yên diyar, ketin nava tevgerê.᾿̓

‘Bajar hate rizgarkirin’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî peymana Serêkaniyê ya di navbera YPG᾿ê û Artêşa Azad de hatibû îmzekirin jî, komên çekdar li hemberî gelê bajar rojane karên qirêj pêk di anîn û bal hat kişandin ku li gel hişyariyan jî dest ji kiryarên xwe bernedane û herî dawiyê şervanekî YPG᾿ê girtine. Di daxuyaniyê de hate destnînşankirin ku li ser vê yekê YPG᾿ê mafê xwe yê bersivdayînê bikar aniye ev tişt hatin gotin: “Li ser bersivdayîna hêzên me, ji duh nîvor de pevçûnan dom kir. Di encamê de bajarê Serêkaniyê bi temamî tevî deriyê sînor ji komên çekdar hate rizgarkirin.᾿̓

‘25 êrîşkar dîl hatin girtin’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hemû navendên komên çekdar ên li Serêkaniyê hatine bidestxistin û wiha hate domandin: “Berxwedana şervanên me komên çekdar neçarî vekişandinê, rev û teslîmbûnê hiştin. Ji êrîşkaran gelek hatin kuştin û 9 cenazeyên wan niha di destê me de ne. Her wiha 4 doçka tevî wesayîtên xwe, 12 çekên kalaşnîkov, gelek zexîre û cebilxaneyên cûr bicûr hatin bidestxistin û 25 çekdar dîl hatin girtin.᾿̓

‘2 şervanên me jiyana xwe ji dest dan’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama pevçûnên 2 rojan de şervanên YPG᾿ê Rustem Şêxmûs Elî û Rûbar Miheme Emîn jî jiyana xwe jidest dane.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG heta dawiyê dê li dijî êrîş û hewldanên komên çete yên li dijî destkeftiyên gelê herêmê û şoreşê liberxwe bidin û ev tişt hate gotin: “Em ji gelê xwe yê ku bi hemû awayî piştgiriya me kir dixwazin ku rehet bin. Ji ber ku YPG dê çavên hişyar ên parastina herêmê bi hemû pêk hatiyên wê be.᾿̓