YPG: Bi nûçeyên têkildarî şehîdan ên çapemeniyê de bawer nekin
YPG: Bi nûçeyên têkildarî şehîdan ên çapemeniyê de bawer nekin
YPG: Bi nûçeyên têkildarî şehîdan ên çapemeniyê de bawer nekin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku ji destpêka êrîşên çeteyan ve her roj hewl didin ku agahiyên rast ji raya giştî re parve bikin. Her wiha der barê şervanên ku jiyana xwe ji dest didin de jî agahiyan parve dikin, lê der barê şehîdên YPG’ê de hinek nûçeyên nerast tên belavkirin û xwest ku gel ji bilî daxuyaniyên fermî baweriya xwe bi van nûçeyan neyîne.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de wiha hate gotin:“Ji destpêka şoreşa Rojava heta niha, der barê êrîş û encamên şer de, em her tim hewl didin ku agahiyên rast bi raya giştî û gelê xwe re parve bikin. Li Kobanê jî ev 20 roj in berxwedanek mezin heye û em, encamên şer û berxwedana hevalên xwe roj bi roj parve dikin. Her wiha der barê hevalên me yên ku bi qehremanî li ber xwe dan û şehîd ketin de jî em agahiyan parve dikin.
Ji derveyî van daxuyaniyên me yên fermî, nûçeyên ku der barê hevalên me yên şehîd de têne belavkirin ne rast in û divê gelê me ji van nûçeyan bawer nekin.”