YPG: Berxwedan roj bi roj xurttir dibe

YPG: Berxwedan roj bi roj xurttir dibe

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina herêma Kobanê di roja 34. de dewam dike. Hat ragihandin ku di nav 24 saetên dawî de pevçûnên dijwar qewimîne. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şerê li çar eniyan de herî kêm 50 çete hatine kuştin û gelek nuqte hatine rizgarkirin. Di şer de 3 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bibîr xist, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 34. de dewam dikin û got, "Li hemberî vê yekê, berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ'ê a bi gelê me re, roj bi roj bi xurtî dewam dike."

Navenda Çapemeniyê, li ser êrîşên çeteyan, çalakiyên hêzên YPG'ê û encama pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî da:

"Çeteyan duh ji qadên cuda hêzên alîkar anîn û êrîşek nû dane destpêkirin. Duh ji danê sibê heta êvarê çeteyan gelek topên hawanê avêtin navenda Kobanê. Danê êvarê jî bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşek xwekujî pêk anîn. Piştre jî li pey hev li eniya Rojhilat, Başûr-Rojhilat û Bakur-Rojhilat êrîş kirin. Hêzên me ev êrîş şikandin û derbasî êrîşê bûn. Hêzên me li navenda bajêr hin nuqteyên çeteyan bi dest xistin û bi pêş ve çûn.

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev ji Rojhilat û Başûr-Rojhilatê Kobanê ji 2 milan ve êrîş kirin. Êrîşên wan heta danê vê sibê dewam kirin û piştre têk çûn. Li vê derê di şer de li gorî hat tespîtkirin 16 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Li Bakur-Rojhilat hêzên me derbasî êrîşan bûn û 3 cihên ku çete dagirkiribûn ji dest wan hat girtin. Li gorî hat tespîtkirin li vê derê jî 8 çete hatin kuştin. Hêzên me her wiha 1 BKC, 1 B7, 2 kalaşnîkov, gelek cebilxaneyên van çekan, 1 dûrbîna şevê û 1 dûrbîna rojê desteser kirin.

Li eniya Başûr hêzên me êrîş kirin û 3 nuqteyên ku çeteyan dagirkiribûn ji dest wan girtin û gavekê bi pêş ve çûn. Li vê deverê  jî 8 kuştiyê çeteyan hat tespîtkirin.

Li eniya Başûr-Rojava hêzên me êrîşî çeteyan kirin û 2 nuqte ji destê wan derxistin. Hêzên me li vê derê jî 7 kuştiyên çeteyan tespîtkirin.

Li eniya Rojava li ser rêya gundê Minazê hêzên me li dijî 2 nuqteyên çeteyan çalakiyek lidar xistin. Her 2 nuqte jî ji çeteyan hat girtin. Li gorî hat tesbîtkirin 6 çete li vê derê hatin kuştin. 

Duh ji nîvroj heta danê êvarê 5 km li Rojavayê Kobanê li gundê Zorava û derdora wê di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî. Hêzên me li vê derê 3 kuştiyên çeteyan tespîtkirin. 

3 hevalên me ku parastina Kobanê bi îrade û fedekariya xwe bi rêve dibirin di şerê duh de gihîştin şehadetê."