YPG: 32 çekdar hatin kuştin
YPG: 32 çekdar hatin kuştin
YPG: 32 çekdar hatin kuştin
Çavkaniyekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku di pevçûnên ji duh êvarê de 32 çekdarên Dewleta Îslam Iraq û Bîlad El Şam/ Eniya El Nusra hatin kuştin, gelek çekdar birîndar bûne, her wiha gelek çek hatine desteserkirin û hin wesayît hatine rûxandin.
Çavkaniyeke YPG᾿ê diyar kir ku di pevçûnên li derdora Grî Spî (Til Ebiyed)ê ku ji duh êvarê di navbera YPG᾿ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam de rû didin 32 çekdar hatine kuştin. Heman çavkaniyê da zanîn ku pevçûnên dijwar duh êvarê li derdora gundê Kendal derketin û di van pevçûnan de 26 çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam hatin kuştin û gelek birîndar bûn û di vê pevçûnan de hêzên YPG᾿ê doçkayek û BKC’yek desteser kirine û wesayîtek şewitandine. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku di pevçûnên îro jî de 4 çekdarên El-Nusra hatine kuştin, tankek û 4 wesayîtên çekên giran li wan barkirî derb xwarine û li gundê Qîz Elî jî, di pevçûnan de 2 çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama berxwedana şervanên YPG᾿ê de derbên giran li çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam ketine û di encam de komên çekdar reviyane gundê ber bi Bakurê Kurdistanê ve. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku komên çekdar li gundê Silîb ê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê kom dibin û ji wir direvin Bakurê Kurdistanê.
Li aliyê din şêniyên gundê Camis û Melûh El-Qemer li rojavayê gundê Sikuriyê ye diyar kirin ku komên çekdar ên çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam û El-Nusra bi darê zorê ew ji gund derxistine û xwe di gundan de bi cih kirine. Gundiyan dan zanîn ku li derdora gundê wan kemînan ji bo şervanên YPG᾿ê datînin.