YPG: 2 nuqteyên din çeteyan hatin paqijkirin, 23 çete hatin kuştin
YPG: 2 nuqteyên din çeteyan hatin paqijkirin, 23 çete hatin kuştin
YPG: 2 nuqteyên din çeteyan hatin paqijkirin, 23 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên duh bi şev de li eniya rojhilatê Kobanê 2 nuqteyên din ji çeteyan hatine paqijkirin û di şerê 24 saetên dawî de 23 çete hatine kuştin. Hat ragihandin ku di şer de 7 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya şerê dawî yê li Kobanê de diyar kir ku êrîş û berxwedan û çalakiyên li hemberî vê, di roja 30. de dewam dikin. Hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li eniyên rojhilat û başûr hatine têk birin û bi çalakiyên dijber derbên mezin li çeteyan hatine xistin.
LI KANIYA KURDAN 13 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li eniya rojhilat çeteyan duh tevahiya rojê û bi şev 3 caran êrîş kirine û hat gotin, "Şerê dijwar sîng bi sîng dewam kir û hêzên me di saetên sibehê de êrîşêk dan destpêkirin. Di hemleya li Kaniya Kurdan de 2 nuqteyên ku çete lê bi cih bûbûn hatin paqijkirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê herêmê herî kêm 13 çete hatin kuştin. Her wiha 7 keleşnîkov, yek roketa B7 û gelek cebilxane hatine desteserkirin. Cesedên du çeteyan jî di bin kontrola hêzên me dene."
LI ENIYÊN BAŞÛR Û ROJAVA 10 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li eniya başûr û rojava jî duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn û navenda çapemeniyê di vê der barê de ev agahî da:
"Li eniya başûr jî çeteyan şevê din êrîşên dijwar pêk anîn. Hêzên me êrîş têk birin û çete neçar xwe vekişînin. Di şerê li vê herêmê de herî kêm 6 çete hatine kuştin.
Li eniya rojava jî hêzên me şevê din li gelek deveran çalakî pêk anîn. Di encamê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hat rûxandin. Herî kêm 4 çete hatin kuştin.
DI PEVÇÛNÊN DAWÎ DE 7 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Di şerê 24 saetên dawî de 7 hevalên me bi ruhekî fedaî û vîneke mezin derbên mezin li çeteyan dan û şehîd bûn."