YJA STAR li hember çeteyan çalakî li dar xist

YJA STAR li hember çeteyan çalakî li dar xist

Gerîlayên YJA STAR’ê li Şengalê li hember çeteyên DAIŞ çalakiyek li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (NRÇ HPG) diyar kir ku gerîlayên YJA Star li qada Barê ya Şengalê li hember çeteyan çalakiyek li dar xistin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “7’ê Mijdarê saet di navbera 11:00 û 16:00’an de li qada Barê ya Şengalê di hewldana operasyonê ya çeteyên DAIŞ de gerîlayên me yên YJA Star çalakiyek sûîqestê li dar xistine. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin. Paşê gerîlayên me li hember çeteyên ku vekişiyan, qada çete lê bi çekên giran li wan dane. Li vir 2 wesayîtên çeteyan hatine derbkirin.”