Yerîvan Botan ji aliyê dehezaran ve hat defnkirin

Yerîvan Botan ji aliyê dehezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Ozlem Turug (Yerîvan Botan) ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû, li Cizîrê ya Şirnexê hate definkirin. Li gundê Hatrant a navçeya Tîllo ya Sêrtê jî ji bo şervanê YPG'ê Husamettîn Ekîncî (Bahoz) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû mewlûd hate dayîn.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Ozlem Turug (Yerîvan Botan) a li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû îro anîn navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Cenazeyê ku piştî nîvro bi dirûşmayên "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin, bi karwanek Qelebalix li Goristana Esrî ya Cizîrê hate definkirin.

Bi deh hezaran welatiyên di nav de şaredar û rayedarên HDP û DBP'ê jî heye tevlî merasîma cenaze bûn. Dîsa Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tevlî merasîmê bûn. Li navçeyê di dema merasîmê de dikan nehatin vekirin. Girseyê di merasîme de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, HPG û KCK hilgirtin.

Bavê Ozlem Turug, piştî axaftina nûnerên rêxistinên civaka sivîl hêstên xwe anîn ziman. Turug, wiha got: "Ozlem ne tenê keça min e. Ew keça hemû Kurdistanê ye. Serê Rêber Apo û hevalên wê şax be. Bijî PKK, bijî YPG, bijî YPJ. Şehîd namirin."

JI BO SÎNAN ÎDÎN MEWLÛD

Her wiha, li Şirnexê ji bo şervanê YPG'ê Sînan Îdîn (Devran Besta) ê li Kobanê di şerê bi çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê MEYA-DER'ê ve mewlûd hate dayîn. Gelek welatiyên li ser avahiya DBP'ê hatin ba hev ji bo tevlî mewlûdê bibin, ber bi konê sersaxiyê ve bi dirûşmayên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir. Girse li ber konê sersaxiyê ji aliyê malbatê ve hate pêşwazîkirin. Bavê Îdîn, Temer Îdin, piştî xwendina mewlûdê axftinek kir û xêr hatin da mêvanan. Temer got ku ku şehîd ne tenê yê wîye, di heman demê de şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye û ji hemû kurdan re sersaxî xwest. Piştî axaftinê nameya Îdîn dema ku li nava refên YPG'ê bû ji dayîka xwe re şandibû hate xwendin. Xwendina nameyê bû sedema hestewariyê.

Li gundê Hatranta navçeya Tîllo ya Sêrtê jî ji bo şervanê YPG'ê Husamettîn Ekîncî (Bahoz) sersaxiya destpê kiribû bi mewlûdekê bi dawî bû. Mewlûd bi tevlîbûna gelek welat û rayedarên DBP û HDP'ê pêk hat. Posterên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan û Fermandarê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK) Mahsûn Korkmaz (Egîd) û alên PKK'ê hatin daliqandin.

Mewlûd piştî axaftinan bi xwarinê bi dawî bû.