Yekane hêviya Kobaniyan veger e

Yekane hêviya Kobaniyan veger e

Malbata Hemo ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê beşek jê li Kobanê ma beşek jî hat Rihayê, piştî 25 rojan li hev civiyan. Yekane hêviya ferdên malbatê jî, bi azadbûna Kobanê re vegera li xaka xwe ye.

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê berxwedana destanî ya hêzên YPG/YPJ'ê dewam dike. Bûyerên bi serê welatiyên ji ber êrîşan neçar mane koç bikin hatiye jî, rûyê rastîn ê şer bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Kobaniyên piştî êrîşan xwe li Rihayê girtin, di nav şert û mercên zehmet de xwe li jiyanê digirin. Hin ji malbatan bi rojane haya wan ji ferdên malbata xwe nîne. Malbata Hemo ya berî 25 rojan hat Pirsûsê, piştî 25 rojan xwe gihand, ferdên din ên malbatê.

Mihemed Hemo yê bi dijwarbûna êrîşan re hevser û zarokên xwe anî vî aliyê sînor, vegeriya navenda Kobanê û piştre hevsera xwe û her du zarokên xwe yên cotik ên bi navê Arîn û Amîra winda kir. Piştî ku demekê li Kobanê ma Hemo vegeriya Pirsûsê, lê malbata xwe nedît. Hemo bi qasî 25 rojan li malbata xwe geriya û di roja 25'an de di encama hewldanên xizmên wî yên li navenda navçeyê, zarokên xwe dît.

'YEKANE HÊVIYA ME VEGERA LI KOBANÊ YE'

Rûken Xelîl da xuyakirin ku bi du zarokên xwe re wê 25 rojan hevserê xwe nedîtiye û got, "Li Rihayê hatim mala ximzekî xwe. 25 roj in em li wir bûn. Lê belê hevserê min nizanîbû em li ku ne. Bi du zarokên xwe re em li cem malbatê man." Malbata ku li hev civiya, li wargeha konan a ji aliyê Şaredariya Pirsûsê ve hat çêkirin dimîne, yekane hêviya wan piştî azadbûna Kobanê vegera li xaka xwe ye.

Ji malbata Hemo Hamîde Ahmed a ji Kobanê got, "Dema ku DAIŞ'ê bi fuz û topan êrîşî Kobanê kir, ji be rku me hînê perwerdeya çekê dîtin, ji me hat xwestin ku em derbasî vî aliyê sînor bibin. Piştî 25 rojan malbatên me li Pirsûsê li hev civiyan."