Yek ji zarokên di dema dîktatoriya Arjantînê de hat revandin hat dîtin
Yek ji kesên di dema dîktatoriya Vîdela ya navbera salên 1976-1983'an de li Arjantînê hat revandin, gihaşt malbata xwe.

Di daxuyaniya Komeleya Pîrên Plaza de Mayo hat gotin, ku neviya yek ji damezrînerên komeleyê Marîna Chîcha Marîanî, ku di 3 mehî de hatibû revandin piştî 39 salan hatiye dîtin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi vî rengî hejmara zarokên di dema dîktatoriyê de hatin revandin û dîtin, gihaşt 120 kesî.
Li gorî daxuyaniyê, kesa bi navê Clara Anahî di 24'ê Mijdara 1976'an de ku hînê 3 mehî bû hatibû revandin û dê û bavê wê Dîana Terûggî û Danîel Marîanî di dema dîktatoriyê de hatine qetilkirin.
Di demam darbeya leşkerî ya bi serkêşiya Jorge Vîdela de herî kêm 30 hezar kes hatin qetilkirin an winda kirin. Di dema rejîma leşkerî de bi qasî 500 pitikên ji malbatên mûxalîf bi zorê hatin stendin, ji malbatên leşkeran re hatin dayîn. Ji van bi tenê 120 hatin tespîtkirin û xwe gihandin malbatên xwe.