Yek ji kesên li Kerboranê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Yek ji kesên li Kerboranê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

Ji 6 kesên di encama gulebarana Fermandariya Tabura Navçeya Kerboranê de bi giranî birîndar bûn, Abdulkerîm Seyhan jiyana xwe ji dest da.

Dema girseya ji taziyeya Bîlal Gezar û Sînan Toprak ên duh li Kerborana Mêrdînê di çalakiyên şermezarkirina êrîşên li hemberî Kobanê tên meşandin de jiyana xwe ji dest dan, 6 kesên di nava wan de Hevşaredarê Kerboranê Sînan Akan jî heye di encama gulebaran leşkeran de bi giranî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. Abdulkerîm Seyhan ê rewşa wî giran bû tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin.