YE wê navê mirovên bi balafiran tên qeyd bike

Piştî êrîşên 13'ê Mijdarê yên DAIŞ'ê li Parîsê pêk anî, Yekîtiya Ewropayê (YE) dest bi wergirtina hin rêze tedbîran kir.

Piştî êrîşên 13'ê Mijdarê yên DAIŞ'ê li Parîsê pêk anî, Yekîtiya Ewropayê (YE) dest bi wergirtina hin rêze tedbîran kir. Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê, ku li Brukselê civiyan, li ser israra Fransayê bicihanîna sîstema qeydkirina navê rêwiyan qebûl kirin.

Li gorî sîstema ku di sala 2011'an de bû qanûn, rêwiyên bi rêyên hewayî tên nava sînorên Yekîtiya Ewropayê wê werin qeydkirin. Bi vî rengî ev şexs, bêyî xwe bigihînin nava sînorên Yekîtiya Ewropayê wê di kontrola ewlekariyê de bên derbaskirin. Kesên xetere jî wê werin tespîtkirin.

Welatiyên YE yên ji bo tevlî nava refên DAIŞ'ê bibin çûn Sûriye û Iraqê jî wê agahiyên wan bên qeydkirin. Bi tenê çend mirov wê karibin xwe bigihînin van agahiyan.

Komîsyona azadiyên sivîl a Parlamenta Ewropayê, di 15'ê Tîrmehê de qebûl kir û bloke kir. Parlamenta Ewropayê di mijara bikaranîna daneyan û danûstandina agahiyan de hin garantiyan dixwaze.

Parlamenta Ewropayê destnîşan kir ku divê ev dane ji bo tespîtkirina sûcdarên navneteweyî, tespîtkirina êrîşên terorîst, lêkolînkirin û şopandina rêyên hiqûqî bên bikaranîn.

Ji bo qanûn bikeve meriyetê divê welatên endamê Yekîtiya Ewropayê jî di nava xwe de erê bikin.

Yekîtiya Ewropa bi vî rengî pêkanînên dişibin ên DYA, Kanada û Awûstralyayê bi cih tîne. Li 15 welatan qanûn hatibe erêkirin jî divê li hemû welatên endam bê erêkirin.